Ji Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya meha Tîrmehê

Jinên Tîrêjên Rojê di meha Tîrmehê de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê gelek çalakî lidar xist û peyama “Em ê berxwedanê mezin bikin” dan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Jinên Tîrêjên Rojê de ev tişt hat gotin, "Dewleta faşîst a ku li ber hilweşînê ye, kêliyên xwe yên dawî dijî. Bi êrîşên xwe yên herî hovane cihek ku xerab nekiriye nemaye. Tevahî sazî û rêxistinên ku divê ji civakê re xizmetê bike, veguherandiye qadên êrîşê û zirarên mezin dide jin, ciwanan. Dîrok bi pratîkên wan yên qirêj, bêexlaqî, dizî û destavêtin tê nivîsîn. Desthilatdariyeke hov e ku xwedî li cenazeyên xwe dernakeve û tine dike. Di nava vê pergala gemar û xwînmij de stûxwarî û bêdengmayîn, tê wateya mirineke bi dilxwazî.”

'EM Ê BERXWEDANÊ ROJ BI ROJ MEZINTIR BIKIN’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Jin û ciwanên bi rûmet ên Kurdistanê, ji bo nekevin nava vê mirinê, xwe û derdora bi rêxistin bikin. Li dora agirê ku me pêxistiye, ji bo hesab ji faşîzma hov bipirsin, em bicivin.

Em weke 'Jinên Tîrêjên Rojê', weke jin û ciwanên li dijî vê pergalê serî hildane, em ê her roj berxwedanê bilind bikin û hesab ji wan bipirsin. Ji gardiyanên ku hewl didin berxwedana zîndanan asteng bikin; Sîxûr û hevkarên faşîzma Tirk ên ku îxanet li gel û nirxên wê kirin, cih û milkên dizên faşîst, îşkencekar, tecawizkar, notirvan û polîsên li kolanan digeriyan, hûn di hedefên me de ne.

Dem dema gurkirina agir; ronîkirina tariyê û hilweşandina faşîzmê ye. Bi vê îdia û îradeya xwe em bîlançoya meha Tîrmehê eşkere dikin û soz didin ku em ê çalakiyên xwe her roj zêde bikin."

ÇALAKIYÊN TÎRMEHÊ

“33 wesayît hatin şewitandin.

Li dijî wesayîtên zirxî 2 çalakî.

Li dijî qereqolan 4 çalakî.

Li dijî polîsan 4 çalakî.

Li dijî notirvanan 2 çalakî.

Li dijî gardiyanan çalakiyek.

2 faşîst û hevkar hatin cezakirin.

4 mobese hatin rûxandin.

Wesayiteke ku alavên leşkerî tê de bûn, hate rûxandin

4 cihên kar ên faşîstan hatin şewitandin û êdî nikarin bi kar bînin.”