Cezayê hucreyê dan nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay

Ji nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay a ku daxwaz wê ya ji ber dermankirina birîna lingê wê hat redkirin, bi hinceta ku di qawîşê de 'şîş' hilgirtiye cezayê hucreya yek kesî lê hat birîn.

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê Fatma Ozbay a bi nexweşiya pençeşêrê ya asta 3’yemîn,  bi hinceta ku cezayê disîplînê ya dema berê ku li Girtîgeha Jinan a Erziromê dima taloq kiriye, 13 roj cezayê hucreya yekkesî lê hat birîn.

Fatma Ozbay a ku wê 9 rojên din jî di hucreyê de bimîne, ji bo ku sedema bibiloqên tijî av ku hefteyên dawî di lingê wê de derketine bê zanîn, xwest ku sewqî beşa lezgîn a nexweşxaneya ku li kampusa girtîgehê ye bê kirin.

Fatma Ozbay, diyar kir ku piştî li rêveberiya girtîgehê ku sewqa wê nedane îtîraz kiriye, cezayê hucreya yek kesî lê hatiye birîn.

Li gorî agahiyên ku girtiya nexweş Fatma Ozbay ji parêzerê xwe re ragihandiye, hinceta cezayê dîsîplînê ya hatiye dayîn eve ku, “Dema ku li Girtîgeha Jinan a Erziromê bûye, li qawîşê şîşê hûnandinê li bal xwe hilgirtiye”.

Fatma Ozbay, diyar kir ku tedawiya wê ya rûtîn li Nexweşxaneya Katîp Çelebî dewam dike, bi rêya parêzerê xwe ragihand ku wê di derbarê girseya ku di sînga wê ya rastê de derketiye wê mamografî û ultrasiyon bê kirin.