'Jinan bi saya fikrên Rêber Apo xwe nas kirin'

Endama Komeleya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Îştar Sarya Marînos diyar kir ku jinan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nas kirine û got, "Rêber Apo qîmeteke mezin da jinan."

Endama Komeleya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Îştarê Sarya Marînos li ser karên jinan ên li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) axivî.

Sarya Marînos da zanîn ku dayîk hem karên malê dikin û hem jî cihê xwe di saziyên wargehê de digrin û wiha dewam kir: “Niha dayîk hemû karan dikin. Dayîk stûna malê ye. Ez hem malê ve mijul dibim, hem jî karên xwe yên saziyê didomînim. Ez endamê saziya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Îştarê me. Em bê dudulî karê xwe ya saziyê jî dikin. Ez siharê diçim saziyê planlama xwe çêdikin, tekmîlên xwe digrin. Em serdana malbatên şehîdan dikin. Her heftê roja çarşemê em bernameyek ji bo şeniyên wargehê amade dikin. Saziya Malbatên Şehîdan ji bo me cihekî pîroz e. Her sala ku diçe xebatên me xurtir dibin. Dema mirov diçe saziyê xwe cuda hîs dike. Em li saziyê nefes digrin. Bê ferq û cudahî em xebatên xwe didomînin. Karê me bênavber her roj tê dewam kirin. “

‘JINAN BI FIKR Û RAMANÊ RÊBER APO XWE NAS KIRIN’

Marînos bi berdewamî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxekî mezin daye jinê û destnîşan kir wan bi fikr û ramanên Ocalan xwe nas kirine û wiha got: “Jinan berê jî hemû kar dikir lê, keda wan ne dihat dîtin. Ne dihêlan ku jin li dijî dijminê xwe serê xwe rake. Piştî PKK’ê derket gelek guhertin çêbûn. Karê jinê beriya Rêber Apo û niha ne wekheve. Niha jin dikarin hemû karên ku zilam dike bike. Lehêngên me yên jin niha li ser çiyê û di nava gel de kar dikin. Niha karê jinê ji yê zilaman zêdetire. Ji ber ku jin hem karê malê dike û hem jî karê derve dike. Bi saya fikr û ramanên Rêber Apo jinan xwe naskir, ji ber ku Rêber Apo nirxek mezin da jinê. Jin jî bû xwedî hêz û arteş. Jin, êdî ne wekî berê koleye. Jinan bi hêza xwe zîhniyeta berê şikandin. Berê  ji me re digotin rûnin malên xwe zarokên xwe xwedî bikin lê, me qebûl nekir. Me hem karê derve kir û hem jî me zarokên xwe xwedî kir. Her karê ku diket ser milê me, me pêk anî. Jina ku bixwaze xwe pêşbixe kes nikare li pêşiya wê bisekine. Jin dikarin xwe di her warî de pêşbixin. Divê jin xwedî li keda xwe derbikevin. Ji ber ku ked di destê jin û dayîkan de ye. Bi salan keda jinê hat tunekirin. Partiya PKK’ê derfet da jinan divê em jî wek jin xwedî vî nirxê derbikevin. “

‘EZ HEM DÊ Û HEM JÎ BAVÊ MALA XWE ME’

Sarya Marinos wiha qala xebatên xwe ya rojane kir: “Ez hem zilamê mala xwe me, hem jî dayîka mala xwe me. Ez mala xwe rêve dibim. Keda malê hemû ser milê dayîkê ye. Ez li gel kar û xebatên xwe yên rojane di 2 saziyan de cih digirim. Ger jin bixwaze dikare çend karan bi hev re bike. Siharê radibim xwarina heywanên xwe didim. Karê malê dikim xwarin amade dikim. Bi bistanê ve mujil dibim. Lê ez bi kêfxweşî dikim, heta ku tenduristiya min dest bide ez ê karên xwe berdewam bikim. Dema ez diçim karê rêxistinî dikim, karê şehîdan dikim ji bo min cihê dilxweşiyê ye. Em ji bo jin ji bo şehîdan kar dikin. Jin ewqas sal hatin perçiqandin lê em dikarin bêjin jin ji xewa mirinê rabûn. Ev kar û xebatên me ji bo jinan e. Tevî karên malê karên saziyê ji min re qet bar giranî nayê, ji ber ku ez kîna xwe ya li hember dijmin derdixim. Tevî westanê jî ez kêfxweşim bi karên xwe. Ji ber ku ez li dijî dijmin xebat dimeşînim.”