Li Baskê kampa jineolojiyê hat organîzekirin
Li herêma Baskê ya Spanya bi tevlêbûna 50 jinan kampa jineolojiyê hate organîzekirin. Di kampa jineolojiyê de biryara berferehtirkirina tora jineolojiyê hat girtin.

Di salên dawîn de li welatên Ewropayê û gelek cihên cîhanê, kampên jineolojiyê têne organîzekirin. Kampa jineolojiyê ya duduyan a li bajarê Bîlbao yê herêma Baskê, sala 2018’an bi tevlêbûyîna bi dehan jinan hat lidarxistin. Ji gelek cihên Ewropayê, jin, tev li wê kampê bûbûn. Ji wê demê û vir de her sal li Elmanya, Fransa, Spanya û Katalonyayê kampên jineolojiyê tên organîzekirin.
Îsal carek a din jin, li herêma Baskê bi kempa jineolojiyê hatin ba hev. “Kampa Jineolojiyê ya Şehîd Tolhildan Raman“ li gundê Arteayê, bi tevlêbûyîna 50 jinan hat organîzekirin. Kamp di 2’yê Tebaxa 2022’yan dest pê kir. Katalanî, Spanyayî, Baskî û Emerîkayiyên Latînî tev li kampê bûn. Qada kampê bi wêneyê her sê şervan û fermandarên YPJ’ê ku di salvegera Şoreşa Rojava de şehid bûn, şoreşgerên wek Alexandra Kollontai, Berta Caceres, Lousi Michel û Leyla Agirî hat xemilandin. Kamp bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Bernameya kampê têr û tijî bû. Roja ewil a kampê bi bi têgehên esas yên weke Civaka Xwezayî, Modernîteya Kapîtalist û Modernîteya Demokratik, Civaka exlaqî-politîk, Neteweya Demokratîk,Etîk-Estetîk û Xwebûn ên ji bo famkirina ji paradîgmayê, dest bi kempê hat kirin. Li ser vê bingehê, bi şikestinên zayendî ji bo fêmkirina pêşxistina pergala pederşahiyê berdewam bû.
Roja duyemîn a kampê bi dîroka tevgera jinên Kurdistanê bi rêya tecrûbeya Sara û bi felsefeya jiyanê ya tevgerê derbas bû. Her wiha şano hate pêşandan.
Roja seyemîn a kampê bi rêbaz û metodolojiya Jineolojiyê dest pê kir, bi atoliyeya gerîneka dîroka jinê dewam kir û bi çalakiya piştgiriya şervanên Kurdistanê li qada gundê Artea bi tevlêbûyîna gundiyan bi dawî bû.
Roja çaremîn jî ji bo bandora pergala Modernîteya Kapîtalîst di kesayeta xwe de binirxînin û derbasê mijarên liberalizmê bikin, şerê taybet, û polîtîzekirina hestan hatin vekirin û niqaş hatin kirin. Roja dawî a kampê bi dîroka jinên gelê Aymara ya Boliviya, serhildanên gel ên welatên Abya Yala (Emerîkaya Latîn) û bi naskirina bandor û berxwedana jinên katalan li hemberî dîktatoriya Franco ya ku koma xebatê lêkolîna Jineolojiyê kiriye, bi awayekî dewlemend û bi nîşaneya pirbrengiya jinê di nav yekbûyînê de derbas bû.
Jinan, çalakiyên xwe yên kampê di 8’ê Tebaxê de bi dawî kirin û biryara berferehtirkirina tora xwe ya jineolojiyê dan.