Li hemberî kiryarên dijî jin ên rejîma Talîbanê çalakî hat lidarxistin

Komek çalakvanên jinên ciwan ên Efgan li dijî biryara bêparkirina zarokên keç ji mafê perwerdeyê ya ji aliyê rejîma Talîbanê hat dayin, çalakiyek lidar xistin. Daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê kirin.

Li Efganistanê piştî ku Talîban hate ser desthilat, tevî ku soz dabû wê demokratîk be û rêzê ji mafê jinan re bigire, lê gelek biryarên li dijî jinan da û xist meriyetê. Yek ji wan biryaran qedexekirina çûyîna zarokên keç a dibistanê bû ku tê wateya bêparkirina jinan ji mafê sereke yê perwerdeyê.

Çalakiyên li dijî wan biryarên Talîbanê li seranserê Efganistanê didomin. Di vê çarçoveyê de komek jinên ciwan ên Efgan li dijî biryara bêparkirina zarokên keç ji mafê xwendinê çalalkiyek lidar xistin. Di çalakiyê de jinên ciwan ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafê xwendinê û metirsiyên ku wê bi xwe re bîne dovîz hilgirtin.

Jinên Efgan yên çalakî lidarxistin diyarkirin ku divê cîhan ji girtina dibistanên zarokên keç ên li Efganistanê şerm bike û wiha axivîn: “Talîban gihîşt armanca xwe û jinan ji xwendinê mehrûm kir. Girtina dibistanan û bêparkirina jinan ji mafên xwendin û xebatê wê bibe sedema zêdebûna şîdeta nava malê, zewaca bi darê zorê, xizanî û birçîbûnê. Divê jin ji mafên xwe yên perwerdeyê bêpar nemînin.”