‘Têkoşîna jinên Êzidî hêz dide berxwedan û têkoşîna me’

Komîteya Jineolojî ya Şehîd Tolhildan Raman bi boneya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan, peyamek da û da zanîn ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de jinê rolek girîng lîst.

Peyama Komîteya Jineolojî ya Şehîd Tolhildan bi boneya salvegera Qirkirina Êzidiyan peyamek da.

Komîteyê di destpêka peyamê de diyar kir ku pergala baviksalarî, li her derê cîhanê bi awayê şerê taybet û fîzîkî êrîşî civakan bi taybetî jinan dike û wiha pêde diçe: “Îro 3’yê Tebaxê, ji Kampa Jineolojî ya Şehîd Tolhildan Raman em gelê Êzidî û bi taybetî jinên ku bi yek ji qirkirinên herî mezin a serdema modern rû bi rû man, bi bîr tînin. Berî 8 salan, di 2014’an de, çeteyên DAÎŞ’ê ketin Şengalê û bi hezaran kes qetil kirin, her wiha zêdeyî 5000 jinên Êzidî revandin û wekî kole firotin. Piştî salekê gel li kêleka gerîlayên PKK’ê li berxwe da û rêveberiya xwe ava kirin. Her wiha jinê rolekî esasî di vê berxwedanê de lîst.

Di roja îro de hinek jin ji aliyê jinên din yên Êzidî ve hatin rizgarkirin û berpirsyariya civak û gelê xwe girtin ser milên xwe. Em soz didin ku emê jinên ku hîna winda ne, ji bîr nekin. Em girîngî didin xwe rêxistinkirinê. Têkoşîna gel û jinên Êzidî hêz dide berxwedan û têkoşîna me ya li dijî femînîsîd û faşîzmê.

Ji welatê Bask heta Şengalê, Bijî berxwedana Şengalê.”