Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Zemanê Zêywiye hate girtin

Çalakvana sivîl a Seqizî Zemanê Zêywiye ji bo ku 10 meh cezayê girtîgehê ya li hatibû birîn bikeve meriyetê îro hat destgîrkirin û ew birin girtîgehê.

Çalakvana sivîl a bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê Zemanê Zêywiye zivistana bihurî ji aliyê îdareya Îttîlaatê hatibû destgîrkirin û piştî 33 rojan bi razandina 300 milyon tûmenî bi awayeke demkî heta ku qonaxên darizandina wê diqede serbest hatibû berdan. Dadgeha Şoreşê ya bajarê Seqizê bi hêceta ‘endama rêxistineke opozîsyonê ye’ 10 meh cezayê girtîgehê li Zêywiye birîbû.

Hat hînbûn ku îro Zemanê Zêywiye dema ji bo encamên darazê çûbû, hat destgîrkirin û ew rakirin girtîgeha bajarê Seqizê. Zêywiye wê 10 mehan di girtîgehê de bimîne.

Zemanê Zêywiye (29) dayika zarokekî 4 salî ye û ji beşa hiqûqê ya Zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Seqiz mezûn bûye.