Ji bo Aysel Tûglûkê pankartek li Pira Deh Çavik hat daliqandin

TJA’yê bi daxwaza azadiyê ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş pankartek li Pira Deh Çavik daliqand.

Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balê bikişînin ser rewşa siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku bi nexweşiya demansê ye û nayê berdan, pankartek li Pira Deh Çavik a Amedê ve daliqandin. Çalakvanên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca û gelek jin tevlê çalakiyê bûn.

Pankarta ku li ser wê wêneyê Tûglûk û nivîsa “Ji hemû girtiyên nexweş re azadî” hebû, li pira dîrokî ve hat daliqandin. Jinan xwest ku Tûglûk bê berdan. Jinan her wiha dirûşmeyên, “Aysel Tûglûk rûmeta me ye” û “Bijî berxwedanan zindanan” berz kirin û piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.