KJK: Êdî bes e ji qedexeyên li ser Kurdî re

Komîteya Perwerdehiyê ya KJK’ê diyar kir ku siyaseta qirkirin û asîmîlasyona çandî roj bi roj kûrtir dibe û bang li hemû kesan kir heta mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were bidestxistin û hemû astengî rabin bila xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.

Daxuyaniya Komîteya Perwerdehiyê ya KJK’ê wisa ye:

“Di vê sezona havînê de ku li hemû welatan tevahî perwerdekar ji bo sala perwerdê ya 2022-2023’yê li ser rê û rêbazên perwerdeyeke zanistî û pêşketî gotûbêj dikin, amadekarî dikin; mixabin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû hewldanên mamoste û kedkarên Kurdî, li hişmendiya asîmîlasyonîst, qirker a hukûmeta AKP-MHP’ê diqelibin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mamoste û xwendekarên Kurd ên bi xeyal û hêviyek mezin di beşên Kurdî de xwendin, niha amade ne zarokên Kurd bi zimanê Kurdî perwerde bikin, ji bo civaka me nifşek zana û pêşketî ava bikin. Divê tu caran neyê jibîrkirin ku, însan bi zimanê xwe jiyan dike, bi peyvên xwe diponije. Ji ber ziman, nîşana çand, hebûn û nasnameya însan e.

Li Tirkiye, li gorî dane û agahiyên van rojên dawiyê hatine eşkerekirin, îsal 20.000 xwendekaran bi awayek fermî ji bo perwerdeya zimanê Kurdî serlêdan kirine. Ji bo perwerdeya van xwendekaran pêwîst e Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê herî kêm 200 mamosteyan erkdar bike. Lê belê niha ji nav sedan mamosteyên Kurdî, tenê 3 kadro destnîşan kirine. Wekî mamoste û kedkarên zimanê Kurdî jî destnîşan kirine, di vê mijarê de rewşeke nakok û trajîk heye.

Wekî gavek nû û girîng, 26’ê Çileya 2011’ê Lijneya Fêrkirina Bilind a Tirkiyê (YOK) bi xwe Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî erê kiribû. Her wisa di hinek zanîngehên Bakurê Kurdistanê de beşên Kurdolojiyê hatibûn vekirin û ji van fakulteyan her sal bi sedan berendamên mamostehiya zimanê Kurdî derdiçin, lê heta niha ji nav van sedan berendamên mamostehiyê tenê 82 mamoste hatine erkdarkirin, ên din di rewşeke bêhêvî û bêçare de tên hiştin. Dîsa sazî û komalayên perwerdehiyê yên îsal, meha Sibatê ji bo ‘Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî’ der barê girîngiya zimanê dayikê de çalakî kirine, ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve ceza li wan kedkar û mamosteyên Kurdî hatiye birîn. Ev nêzîkatiya dewleta Tirk eşkere nîşan dide ku, siyaseta qirkirin û bişaftina çandî ya li ser gelê me û saziyên demokratîk bi dijwarî didome, heta roj bi roj tê kûrkirin.

Em wekî Komîteya Perwerdê ya KJK’ê, bi navê tevahî jinên têkoşerên azadiyê van nêzîkatiyên Wezareta Perwerdê û Dadgeha MAkeqanûnê ya dewleta Tirk wekî qirkirina çandî ya li ser jin û dayîk û gelê xwe pênase dikin, lewre bi tundî şermezar dikin. Her wisa em bang dikin ku, di çarçoveya Mafê Sê Nifşan de nêzîkî hemû saziyên civakî, çandî yên li Tirkiyeyê bibe, rê li azadiya çandî û fikrî veke.

Ev siyaseta înkarker û qirker a li ser xwendekar, sazî, kedkar û mamosteyên Kurdî tê ferzkirin, heman demê êrîşeke li ser tevahî hebûn û nirxên civaka me. Lewre di serî de jin, dayîk, pêwîst e tevahî civaka me li hemberî vê êrîşa asîmîlasyonîst û qirker bêdeng nemîne. Bi zanebûna ‘cezakirina her sazî û mamosteyek Kurd, cezakirina tevahî civakê ye’, li tevahî mamoste, kedkar û saziyên xwe xweyî derkeve, ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê li Tirkiyeyê bê misogerkirin û dawî li hemû astengiyan bînin, wekî erkeke nîştimanî bênavber çalakiyên demokratîk xurt bikin, bi israr û biryardarî li ziman û çanda xwe xweyî derkevin.”