CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Geverê şewat derket
Li devera qamîş a Nehîl a Geverê ku gelek cûrên cûkan li xwe dihewîne, şewat derket. -
Li Şengalê werza tûtinê ye
Li Şengalê dema tûtinê ye, ku tûtina xwe ya gundê Kersê li tevahiya herêmê navdar e. -
Ziwatiyê bandoreke giran li hilberîna Hingivê Colemêrgê kir
Li Colemêrgê ji ber ziwatiyê hilberîna hingiv bi qasî nîvî kêm bûye. Lê tevî vê yekê jî li ser dezgehên bazarê ye. -
Daristanên Cudî dişewite
Daristana li quntarên Çiyayê Cudî ji ber sedemeke nediyar dişewite. -
Karkerên demsalî qeza kirin: Karkerek jiyana xwe ji dest da
Mînîbûsa karkerên demsalî yên çandiniyê li ser rêya Amed-Riha qeza kir. Di qezayê de karkerek jiyana xwe ji dest da, 19 kes jî birîndar bûn. -
Ji ber hişkesaliyê 2,1 milyon Kenyayî li ber sînorê birçîbûnê ne
Ji ber nebarîna pêwîst a baranê, kêmbûna dexlûdan û berhaman, dîsa şerê mezhebî li Kenyayê karesata netewî hate ragihandin. -
NY: Derdor wê ji bo mafê mirovan bibe ‘pirsgirêka herî mezin’
Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet, destnîşan kir ku eger gefên li ser derdor zêdetir bibin, hişyariya ku wê li cîhanê ‘pirsgirêka mafê mirovan a herî mezin’ pêk bê, da. -
Li Geliyê Zîlan masî dimirin
Li bendava Koçkopru ya Gelîyê Zîlan a Wanê mirina masiyan gelekî zêde bû. -
Cerdevan li Cûdî daran dibirin
Dewleta Tirk li Cûdî bi destê cerdevanan darên behîv û kizwanê dibire. -
Eklojîst: Daristanên li Kurdistanê têne şewitandin
Ekolojîst Vahap Işıkli û Abdulvahap Irmak têkilî şewatên li Kurdistanê gotin, ‘’Li Kurdistanê daristan têne şewitandin.’’ -
Santralên Hîdro Elektrîk Masiyên Gola Wanê dikujin
Piştî destpêkirina karê HES'ê yê li Geliyê Zîlanê, bi bilindbûna azot û fosfatê re bi hezaran masî mirin. Berdevkê Ekolojiya Zîlanê Mîr Bahattîn Demîr diyar kir ku rayedar sûc dikin û bang li raya giştî kir. -
Bê navber daristanên Cûdî tê şewitandin
Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cudî dişewite. -
'Teqînên di emisyonên CO2'yê de, yên beriya 252 milyon sal, jiyan nehiştine''
Li gorî lêkolîneke ku hatî weşandin, teqîneke di emisyonên CO2'yê de, yên beriya 252 milyon sal, jiyan nehiştine û 90 ji 100'î yên zindiyan ji holê rakirine." -
6 deverên cuda yên Besta dişewite
Li Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Şehîdgeha Besta yên Bestayê şewat derket. -
Ji sê parên darên li cîhanê parek li ber tunebûnê ye
Li gorî raporekê ku 58.497 cûreyên daran ên li cîhanê hate lêkolîn, metirsiya tinebûnê li ser yek ji sê parên daran e. Di raporê de her wiha hate ragihandin ku guhertina avhewayê gefeke giran li eko sîstema daristanan dixwe. -
Herêma Çiyayê Grîz a Saloxan dişewite
Di saetên şevê de li Çiyayê Girîz a gundê Elmasirt a herêma Saloxan a Çewlikê agir bi daristanê ket. -
Şewata Besta belav dibe, nayê vemirandin
Şewata ku li Girêbestkê ya Besta didome, rê nayê dayîn ku welatî vemirînin. -
Xwezaya Kurdistanê ya dişewite, nayê vemirandin
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrg û navçeya Pîlemurê ya Dersimê, şewatên derketin dewam dikin. Tîmên vemirandinê ji bo agir kontrol bikin, kêm e. -
KCK: Divê em têkoşîna ekolojîk li her derê geş bikin
KCK: Hem ji bo xwedîderketina li qada jiyanî ya Kurdistanê hem jî ji bo meşandina têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rengekî hevgirtî, divê têkoşîna ekolojîk li her derê bê birêxistinkirin û xurtkirin. Têkoşînek ji vê bêhtir mafdar û rewa nîne. -
Şewata li Xolxolê xwe nêzîkî gundan kir
Li Xolxolê ji bo ku şewat neheta vemirandin dîsa dest pê kir û xwe nêzîkî gundan kir. -
Daristanên Çiyayê Cûdî dişewite
Li herêma daristanên gundê Beşerî ya qontara Çiyayê Cûdî şewat derket. -
Qada Çemê Roj 3 roj in dişewite, nayê vemirandin
Qada Çemê Roj a Pîlemûriye ev 3 roj in dişewite, lê nayê vemirandin. Welatî diyar dike ku piştî dengê bombeyan şewat li herêmê derketiye. -
'Li dijî zewicandina di temenê biçûk de, tevlî kampanya KJAR'ê bibin'
Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Jiyan Manî bal kişand ser pirsgirêka civakî ya zewicandina di temenê biçûk de û li dijî vê yekê bang li her kesî ku beşdarî kampanya ‘Zewaca temenê biçûk qirkirina jinê ye” bibin. -
Lehiyên Tîrmeyê yên li Ewropayê ji ber guherîna avûhewayê ye
Ekîba zanyaran a WWA'yê diyar kir lehiyên Tîrmehê yên li Belçîka û Elmanyayê ji ber guherîna avûhewayê ye. -
Li Brezîlyayê gelê xwecihî li qadan e
Li paytexta Brezîlya Brasîlîayê, gelê xwecihî bi kumikê xwe yê ji perê çûkan, bi kincên xwe yên gelêrî, Serokdewlet Jaîr Bolsonaro şermezar kir.