NY: Derdor wê ji bo mafê mirovan bibe ‘pirsgirêka herî mezin’

Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet, destnîşan kir ku eger gefên li ser derdor zêdetir bibin, hişyariya ku wê li cîhanê ‘pirsgirêka mafê mirovan a herî mezin’ pêk bê, da.

Komîserıya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê Mîchelle Bachelet di daxuyaniya xwe ya li Cenevreyê da de, hê ji lûtkeya COP26’ê re nêzî 2 meh mayî, ji bo derdor ketina nava tevgerê bang kir.

Bachelet got: “Nediyariya herî mezin, wê siyasetmedar çi bikine.”

Bachelet diyar kir ku qirêjî, guherîna avhewayê û cihêrengiya bîyolojîk yekbûna krîzan û ‘şer, alozî û neliheviya çêkerî’ berfireh bûne.

Komîserıya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê Mîchelle Bachelet got: “Bandora li ser xorek, av, perwerdehî, sitirîn, tenduristî û pêşketinê heye. Qirêjî jî bi tena serê xwe li gelemperiya cîhanê ji mirina pêşwext a şeşan berpirs e.”

Wê di lûtkeya COP15 a navîna Cotmehê li Kûnmîng a Çînê û dawiya meha Cotmehê ya lûtkeya COP26 a ku wê li Glasgowê bê kirin, ev mijar bê girtina dest.