6 deverên cuda yên Besta dişewite

Li Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Şehîdgeha Besta yên Bestayê şewat derket.

Li herêma Bestayê ya Şirnexê, birîna daran bi destê cerdevanan û şewata daristanan ku beriya 3 rojan lê derketibû didome.

Hat hînbûn ku li qadên Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Şehîdgeha Bestayê jî agir bi daristanan ketiye.

Li her 6 herêman jî şewata ku derketiye nehatiye vemirandin û didome.

Hat hînbûn ku bi hinceta herêm "herêma qedexe ye" destûr nayê dayîn ku agir bê vemirandin.