Ji ber hişkesaliyê 2,1 milyon Kenyayî li ber sînorê birçîbûnê ne

Ji ber nebarîna pêwîst a baranê, kêmbûna dexlûdan û berhaman, dîsa şerê mezhebî li Kenyayê karesata netewî hate ragihandin.

Li gorî texmînan 2,1 milyon welatiyên Kenyayî ji ber hişkesaliyê û nebûna berheman bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Otorîteriya Rêveber a Hişkesaliyê ya Netewî (NDMA), ragihand li Bakur, Bakurê rojhilat û beşên peravê yên zuha ên welat mirovên li 23 navçeyan dijîn, piştî nebarîna pêwîst a baranê ya di navbera mehên Adar û Gulanê de, ji bo 6 mehên pêşiya wan ‘pêwîstiya lezgîn’ a xorekê ji bo wan heye.

Covîd-19 û rewşa xirab a nebarînê krîz kurtir kir. Tê payîn ku ev rewş dawiya salê xirabtir bibe.

Herêma herî zêde ji vê yekê bandor dijî Kenya ye.

Hefteya borî serok Ûhûrû Kenyatta, karesatekî netewî ku ‘hişkesaliya bi dorfire, tedbîrên kêmkirinê’ yên hişkesaliyê daxwaz dike îlan kir.

Berhema esasî ya xorek li Kenyayê garis e. Lê ji ber nebûna cihê pêwîst ên çandiniyê, herêmên ji ber hişkesaliyê bandor bûne, daketiye ji sedî 50’î. Li henek deveran bi temamî berhem wê tine bibin. Ev yek wê bandorê li zebzeyên demsalî yên tên hilberîn jî bike.

Pispor ji bo sivikirina krîzên avheweyê ya li welat û li gorî pêwîst hilberandina xorekna, didin nîşandan ku pêwîstî bi mudaxeleyên navîn û dirêj hene.