Santralên Hîdro Elektrîk Masiyên Gola Wanê dikujin

Piştî destpêkirina karê HES'ê yê li Geliyê Zîlanê, bi bilindbûna azot û fosfatê re bi hezaran masî mirin. Berdevkê Ekolojiya Zîlanê Mîr Bahattîn Demîr diyar kir ku rayedar sûc dikin û bang li raya giştî kir.

Tevî nerazîbûnan jî AKP'ê bi gotina 'Pêwîstî bi rapora ÇED'ê nîne' li Geliyê Zîlanê Santrala Hîdro Elektrîk (HES) çêkir. Zerarên vê santralê li xwezayê eşkere dibe. Masiyên Gola Wanê yên li Bendava Koçkopru ya li Çemê Zîlanê bi rengekî komî dimirin. Segav û marîgaska avê ya li vê derê jî, ku nifşê wan li ber tunebûnê ye, di nava metirsiyeke mezin de ne.

Pispor û hawirdorparêzên li herêmê kar dikin, anîn ziman ku nirxê azot û fosfatê li vê herêmê zêde bûye, ev jî dibe sedema mirina komî ya heywanan.

AKP'Ê JI BO LÊKOLÎNÊ, JENDERME ŞAND

Piştî ku şêniyên herêmê têkildarî vê mijarê serî li CÎMER'ê dan, hikumeta AKP'ê jenderme şand herêmê. Jendermeyên ku li vê herêmê lêkolîn kirin, tê meraqkirin bê encameke çawa bi dest xistine.

EKOSÎSTEMA ZÎLANÊ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN

Berdevkê Ekolojiya Zîlanê Mîr Bahattîn Demîr li ser rewşa li Geliyê Zîlanê agahî da û diyar kir kir ku piştî li Geliyê Zîlanê HES hate çêkirin, guhertinên neyînî li xwezaya herêmê bû.

Demîr bal kişand ser gefa li ser 20 gundên li Geliyê Zîlanê û got, "Cihê ku masî lê mirin Bendava Koçkorpru ye. Hema bêjin, gemara her gundî diherike nava Çemê Zîlanê. Me got ev yek wê ekosîstema Geliyê Zîlanê tune bike, segav û marîgaska avê tune bike, lewma me serî li rayedaran dan. Lê belê ti encam bi dest nexistin."

KOMKUJIYA DUYEMÎN A ZÎLANÊ DIQEWIME

Mîr Bahattîn Demîr destnîşan kir ku walîtî û rayedarên bi projeya HES a li Zîlanê sûc dikin û bang li raya giştî kir.

Demîr got, "Tevî gemara gundan her wiha kasapîteya trîbunên ji bo HES'ê li Geliyê Zîlanê hatine çêkirin, hate zêdekirin. Walîtiya Wanê bi gotina 'pêwîstî bi rapora ÇED'ê nîne' rapor da û bi vî rengî pêşî li pêvajoyeke nû vekir ku weke Komkujiya Zîlanê ya Duyemîn cihê xwe di nava dîrokê de bigire. Walîtiyê û rayedarên din sûc kirin. Bi Projeya HES'ê ya Zîlanê re ku hîn jî doza li dij dewam dike, av ji golê tê wergirtin û ber bi trîbunan tên herikandin. Ev jî dibe sedem ku kalîteya oksîjenê ya li nava avê kêmtir bibe. Di encamê de jî masî bi rengekî komî dimirin. Bi vî rengî felaketeke ekolojîk afirandine ku dikare ekosîstema li herêmê tune bike. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bala xwe li ser mijarê be."