Tehliyeya Karataşê ku 30 sal in girtî ye, 6 mehan hate taloqkirin

Tehliyeya Ramazan Karataşê ku ev 30 sal in li girtîgehên dewleta Tirk tê rehîngirtin, ji aliyê Desteya Îdarî û Çavdêriyê ve careke din ji bo şeş mehan hate taloqkirin.

Ramazan Karataş di sala 1993’yan de tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Karataş piştî ku li çend girtîgehên cuda dimîne jî ev 2 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregliyê di hucreyeke yekkesî de tê rehîngirtin.

Di teblîgata ji Karataş re hatiye şandin de egerên taloqkirina tehliyeya wî weke; “poşman nebûnê” û “dilsoziya ji rêxistinê re” hatiye nîşandan.

Birazayê Karataş, Bîlal Karataş anî ziman ku ev biryar binpêkirineke hiqûqî ye û ev yek anîn ziman: ‘’Ez fêm nakim bê ka kesekî ku cezayê wî xelas bûyî çawa li hundir tê ragiritn. Ev biryar bi temamî keyfî ye. Kesekî ev 30 sal in di girtîgehê de bi awayekî derhiqûqî hêj di hundir de tê ragirtin. Ev mînaka herî şênber a rakirina hiqûqê ye. Banga me ji bo lijneya girtîgehê ew e ku tavilê vê biryara xwe ya derhiqûqî betal bike.”