Li Geliyê Zîlan masî dimirin

Li bendava Koçkopru ya Gelîyê Zîlan a Wanê mirina masiyan gelekî zêde bû.

Li ser Geliyê Zîlan di navbera salên 1978-1992’an de Bendava Koçkopru hatibû avakirin. Di rojên dawîn de li bendavê rêjeya mirina masiyan zêde bû. Rayedar tu tevdîrê nastînin.

Par tebeqeyeke kesk girtibû ser ava bendavê. Gel ava vir ji bo çandiniyê bi kar tîne û ev av diherike Gola Wanê jî.

Li ser çemekî tê bendavê Santrala Hîdroelektrîkê hate avakirin, bi kanalên çêkirî berê ava çem veguherandin.

Ji ber van texrîbatan asta ava li bendavê gelekî kêm bû. Hê lêkolîneke cîddî nehatiye kirin lê tê diyarkirin ku sedema mirina masiyan Santrala Hîdroelektrîk e. Ji ber ku bi Santrala Hîdroelektrîkê masî bê oksîjen dimînin.

Di du rojên dawîn de rêjeya mirina masiyan gelekî zêde bûye. Tanjû Kaya ji Ajansa Mezopotamyaye re axivî û diyar kir ku sedema mirina masiyan nehatiye tespîtkirin û kesên masiyên mirî berhev dikin jî nayên hişyarîkirin.

Şahîn Înan ê li Taxa Koçkopruyê diyar kir ku par rengê avê guherîbû û wan hişyarî kiribûn ku wê masî bimirin. Înan diyar kir ku par analîz hatiye kirin û asta azotê zêde bûye.

Înan bal kişand ser vî tiştî ku wê ev tişt rê li ber xetereyeke mezin veke û got “Digel ku ev xetereyeke mezin e, tu tevdîr nehatiye stendin. Mirov hay ji vê xetereyê tune, diçin masiyan digirin. Mirina masiyan dibe sedema qirbûna masiyan jî. Divê tevdîr were stendin.”