Li Brezîlyayê gelê xwecihî li qadan e

Li paytexta Brezîlya Brasîlîayê, gelê xwecihî bi kumikê xwe yê ji perê çûkan, bi kincên xwe yên gelêrî, Serokdewlet Jaîr Bolsonaro şermezar kir.

Di çalakiyê de ku bi hezaran kes tevlîbûn, polîtîkayên hilweşandina ekolojîk a Serokdewlet Jaîr Bolsonaro hate şermezarkirin.

Xelkê xwecihî yê Brezîlyayê ji roja Yekşemê û pê ve bi banga Koordînasyona Gelên Xwecihî ya Brezîlyayê, li cihê ku çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin li hev civiya.

Çalakiyê bi dirûşma "Ji bo jiyanê têbikoşe" dest pê kir. Çalakiya ku li dijî polîtîkayên Bolsonaro yên tunekirina gelên xwecihî tê lidarxistin wê heta dawiya hefteyê dewam bike.

Xelkê xwecihî li meydana ku avahiyên Serokatî, Kongre û Dadgeha Bilind lê ye li hev civiyan û di çalakiyê de stran gotin.

Meha Hezîranê jî xelkê xwecihî li dijî polîtîkayên hilweşandina ekolojîk a dewletê çalakî kiribû, di navbera xwecihiyan û polîsan de şer qewimî bû û sê çalakger birîndar bûbûn.

Xelkê xwecihî roja Duşemê serê sibehê li hev civiya. Ji 117 etnîsîteyan derdora 4000 kes tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pêşnûme qanûna bi hejmara 490'î tê şermezarkirin ku serokdewlet piştgiriya vê pêşnûmeyê dike. Sala 1988'an piştî ku Destûra Bingehîn kete meriyetê, xaka xwecihiyan weke xaka bav û kalan tê nirxandin.

Xelkê xwecihî her wiha dixwaze, gelek kabîleyên ku di navbera salên 1964 û 1985'an de ji cih û warê xwe bûne vegerkin xaka xwe û statuya ji rezervên wan re hatiye dayin bê parastin.

Serokdewletê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro bi taybetî piştgiriyê dide polîtîkayên berfirehkirina çandiniyê û bêdaristankirina Daristanên Amazonê.