Cerdevan li Cûdî daran dibirin

Dewleta Tirk li Cûdî bi destê cerdevanan darên behîv û kizwanê dibire.

Di salên dawîn de talankirina xwezaya Kurdistanê gelekî zêdetir bûye.

Di du salên dawîn de li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê birîna daran bênavber didome.

Birîna daran bi avakirina qerekol û qalekolan dest pê kir. Herî dawîn li qada Têkeva a gundê Gundikê Remo ya ku di sala 1992’an de bi darê zorê hatibû valakirin, cerdevanan darên behîv û kizwanan birîn. Li heman herêmê daran hişk jî dikin.

Gundiyên ku ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku hefteyek berê darên sed salî ji aliyê cerdevanên Sêgirkê yên Qilebanê hatine birîn. Gundiyan xwestin bila birîna daran were sekinandin.

Berê jî li Besta û Çiyayê Nimêjê jî dar hatibû birîn.