Biryarên Doza Kobanê wê li 3 bajaran bêne şermezarkirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku biryarên Doza Kobanê wê li 3 bajaran bêne şermezarkirin û bang li muxalefetê kir ku bide yek deng.

DOZA KOBANÊ

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî rojevên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ku doh piştî biryarên Doza Kobanê bi awayekî awarte civiya bû, daxuyanî da. Dogan, da zanîn ku zêdetirî 400 sal ceza li siyasetmedaran hatiye birîn û got: “Di demeke ku li rexekî hewayê siyasetê nerm dibû, asayîbûn çêdibû û nîqaşên destûra bingehîn didomiyan ev rewş qewimî. Gelo em ê çawa qala asayîbûnê bikin?”

Bi domdarî Dogan anî ziman ku dîrokên tweeta weke hinceta dozê hatiye nîşandan û qewimîna bûyeran jî hev nagirin û wiha pê de çû: “Ji bo lêolînkirina bûyeran me pêşnûmeyên lêkolînê dan Meclisê lê bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. HDP’iyên di dozê de dihatin darizandin, weke ‘kujer’, ‘sedemên’ kesên di bûyeran de mirîn hatin nîşandan. Lê dadgehê ji ber van tawanbariyan biryara beraetê da. Heta ev dadgehê bi rayeya taybet jî nikarin vê têkiliyê deynin. Lewma nikarin weke delîl bi kar bînin. Baş e lê Erdogan çi kir? Di her mitînga xwe de siyasetmedarên girtî û partiya me bi vê mijarê hedef girt.”

Di berdewamê de Dogan bal kişand ser twîta Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Bulent Turan a hêj biryar tam nehatibû eşkerekirin parve kiribû û wiha got: “Biryar li gorî rêza alfabayê dihatin ragihandin. Hêj di rêza A’yê de bû ku twîta ‘Me gotibû dê hesab were pirsîn, hate pirsîn. Me gotibû dê ev wiha namîne, dê nemîne.’ Ev tê çi wateyê? Demek bi rastî jî Doza Kobanê, doza kopmasê ye. Lê ev kompas li ber tevahiya Tirkiyeyê hatiye çêkirin.”

Dogan diyar kir ku doz bi fermanên siyasî hatiye meşandin û wiha derbirî: “Heke kesên hesabê bipirsin hebin, ew jî em in. Hûn hesaba çi dipirsin? Bi milyonan kesan ji bo van siyasetmedaran dengê xwe dan. Selahattîn Demîrtaş ne tenê Selahattîn Demîrtaş e. Fîgen Yuksekdag ne tenê Fîgen Yuksekdag e. Ji ber ku her siyasetmedarek îradeya milyonan e. Hûn nikarin derheqê van siyasetmedaran de bi fermanan, li korîdorên navendên giştî yên partiyan biryarê bidin.”

Dogan navên kesên ji dozê tên darizandin, yên ceza lê hatine birîn û yên tehliye bûn bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gultan Kişanak duh tehliye bû. Weke ku wê jî gotibû; pêdiviya Tirkiyeyê ne bi tehliyeyê, bi wekhevî, demokrasî û edaletê heye. Ji bo ev yek çêbibe jî divê kesên bi salan bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên ragirtin û tehliyeya wan tên taloqkirin bên berdan. Nexwe kesek nikare qala asayîbûnê bike.”

Dogan gavên ku dê li dijî biryaran biavêjin ragihand û axaftina xwe wiha qedand: “Bi daxwaza demokrasiyê em ê sibe saet di 17.00’an de li pêşiya nûnertiya Taxa Barbarosê ya Edeneyê, saet di 16.00’an de li Qada Şêx Seîd a Sûr a Amedê û saet di 17.00’an de jî li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bên gel hev. Em dîsa bang dikin; heke em bi hev re vî dengî bilind nekin, heke em bi hev re li dijî bêedaletiyên ji Geziyê heta Kobanê û dozên Can Atalay û Kavala dengê xwe dernexînin, dê rojên zehmet li pêşiya me bin.”