Qada Çemê Roj 3 roj in dişewite, nayê vemirandin

Qada Çemê Roj a Pîlemûriye ev 3 roj in dişewite, lê nayê vemirandin. Welatî diyar dike ku piştî dengê bombeyan şewat li herêmê derketiye.

Li gel domandina şewata li gundên Pûlur û herêma bejahî ya navçeya Xozatê ya Dersimê derketin, pêr li Çemê Roj a li Geliyê Pîlemûriyê, duh jî Çeşmeya Firat Velî ya Geliyê Mûnzûrê şewat li daristanê derketibû.

Şewata li Geliyê Mûnzûrê ji aliyê welatî û tîmên agirvemirînê yên Şaredariya Dersimê ve mudaxele tê kirin, lê ji bo şewata li Çemê Roj a berî 3 rojan şewat lê derketibû ti mudaxeleyek nayê kirin.

Şewata li Çemê Roj li devera nêzî gundê Alacik a weke qereqola berê tê zanîn heye. Heta îro ti mudaxeleyek ne ji bejahî û ne jî ji esmanî ve nehatiye kirin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku duh wesayîteke ya agir kujînê hatiye qadê lê bê ku mudaxele bike, vegerandine, ava xwe jî dema vegeriyayî rijandine

Welatiya bi navê Kîmet a li herêmê dijî, diyar kir ku piştî dengê teqîna ya danê sibehê û şûnde ji qadê dû bilind bûye û got: “Min nedît bê ka helîkopterê bombe avêt, an jî teqînek din bû. Lê piştî teqînê dû ji qadê bilind bûye. Li vir lawir û mêşên me yên hinguv heye. Her wiha ji ber şewatê tirs jî heye. Em nikarin ji tirsa ji mal derkevin. Heta niha kes nehatiye ti mudaxeleyek ji bo şewatê nekirine. Ji ber bayê şewat belav dibe. Daxwaza me ew e ku tavilê ev agir bê vemirîn.”

Welatiyê din ê bi navê Beser jî anî ziman ku ji ber şewatê xweza û zindî tine dibin, banga hestyariyê kir.