Şewata li Xolxolê xwe nêzîkî gundan kir

Li Xolxolê ji bo ku şewat neheta vemirandin dîsa dest pê kir û xwe nêzîkî gundan kir.

Şewata li mezrika Xarsakê ya gundê Conag a navçeya Xolxolê ya Çewlikê ku 29'ê Tebaxê dest pê kirî duh hatbû kontrolkirin lê ji ber ku xebatên sarkirinê nehatibû kirin derengiya şevê dîsa dest pê kir. Bi bayê re şewat ber bi deverên cuda ve diçe û heta niha ji bo tefandina şewatê tiştek nehatiye kirin.

Gundiyê Conagî Cengî Goksal diyar kir li gel wan wan gotiye divê xebatên sarkirinê werin kirin jî nehatiye kiri û got, ''Ji ber vê derengiya şevê şewatê dîsa dest pê kir. Niha gelek dever dîsa dişewtin. Şewat ber bi gundê Deştê û Kêrê ve diçe. Her wiha şewatê xwe gihandiye zozanên Arê Qêwex jî. Heke wiha biçe wê xwe bigihîne nav gundan.''