Erdogan kujer û darbekar berda

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî di kêliyên cezadayînên derqanûnî yên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de cezayên du leşkerên ku di Doza 28’ê Sibatê de cezaxwarî û bavê AKP'yîyekî kujerê du muşahîdan, efû kir.

Erdogan cezayên mayî yên Fevzî Turkerî, Yildirim Turker, Aydan Erol, Cevat Temel Ozkaynak, Erol Ozkasnak, Çetîn Dogan û Çevîk Bîrî efû kir ku di Doza 28’ê Sibatê de li kesên berbehs bi sûcê ‘teşebisa derbeyê’ cezayê muebetê hatibû birîn.

Biryara efûkirina cezayan di Rojnameya Fermî de hate weşandin.

Her wiha Erdoganî cezayê muebetê yê Haci Suluk ê bavê Mîkaîl Suluk ê Serokê Şaredariya Puturgeyê yê AKP’yî jî efû kir ku Haci Sukuk ê bavê Mîlaîl Suluk ê AKP’yî di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de li navçeya Puturge ya Meletiyê du muşahîdên Partiya Saadetê kuştibûn. Saziya Tiba Edlî (ATK) ku li girtîgehan girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû dihêle ji  raporên ‘nexweşiya berdewam’ û ‘xurifîn’ ên Haci Sulukê kujerê du muşahîdan re biryara Erdogan weke egera efûkirina cezayê muebetê hate pêşkêşkirin.