Xwezaya Kurdistanê ya dişewite, nayê vemirandin

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrg û navçeya Pîlemurê ya Dersimê, şewatên derketin dewam dikin. Tîmên vemirandinê ji bo agir kontrol bikin, kêm e.

Yek ji siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker şewitandin û talankirina xweza û daristaên Kurdistnaê ye. Zêdetirî du heftene di serî de Dersim, Colemêrgê agir bi daristanan ketiye, nayê vemirandin.

DERSIM

Şewata ku li gomên Çiko, Sungurcuk û gundên Balpayam a girêdayî navçeya Pilemûrê ya Dersimê rû dan, belav dibe. Berî du rojan şewata ku derketibû, welatiyên li herêmê dijîn vemirandibûn. Tîmên Miduriyeta Karên Daristanê, diyar kir ku dest bi vemirandina şewatê kirine. Lê şewata ku belav bûye, hîna jî dewam dike.

COLEMÊRG

Şewata ku duh li çoltera gomên Begirdî, Zorgeçît û gundê Nehrî yên girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê rû da, ji ber bayê her ku diçe belav dibe. Tîmên agirvemirînê yên di saetên serê sibê de, hatin herêma şewatê, ji bo vemirandinê kêm dimînin. Makîneyên kar ên şaredariyê û girêdayî şantiyen taybet ên navçeyê sewqî herêmê hatin kirin. Her ku diçe şewat belav dibe.

MÛGLA

Li gundê Kiyikişlacik a navçeya Mîlas a Muglayê jî, agir bi daristanê ket. Ji bo vemirandina şewatê, 2 helîkopter, gelek makîneyên kar û avreşok sewqî herêmê hatin kirin.   

Ji bejahî û hewa ve mudaxileya şewatê dewam dike.