Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji sê parên darên li cîhanê parek li ber tunebûnê ye

Li gorî raporekê ku 58.497 cûreyên daran ên li cîhanê hate lêkolîn, metirsiya tinebûnê li ser yek ji sê parên daran e. Di raporê de her wiha hate ragihandin ku guhertina avhewayê gefeke giran li eko sîstema daristanan dixwe.

Li gorî rapora Botanical Garden Conservation International (BGCI) 17.500 cûreyên daran li ber tunebûnê ne. Di raporê de her wiha hate ragihandin ku ji sedî 7 jî dibe ku 'di bin metirsiyê' de bin.

Li gorî raporê metirsiya tunebûnê herî zêde li ser darên manolya, berû, spîndar û abanozan heye.

Bi giştî 142 cûreyên daran ji holê rabûn, metirsiya tunebûnê li ser 440 cûreyî heye.

Di raporê de birîna daran û bêdaristanhiştin weke metirsiya herî mezin tê pênasekirin.

Brezîlya ku navenda beşeke mezin a daristanên baranê yên Amazonê ye, ew welat e ku ji ber çandiniya zêde gef li 8.847 cûreyên daran tê xwarin û metirsî li ser 1.788 cûreyên daran heye. Li herêmên tropîkal ên Efrîkayê li Madagaskar û Maûrîtîûsê jî zêdeyî ji sedî 57'an metirsiya tunebûnê li ser cûreyên daran heye.

Rayedar dibêjin, "Divê em hîn bibin ku hurmetê nîşanî daran bidin."