Ziwatiyê bandoreke giran li hilberîna Hingivê Colemêrgê kir

Li Colemêrgê ji ber ziwatiyê hilberîna hingiv bi qasî nîvî kêm bûye. Lê tevî vê yekê jî li ser dezgehên bazarê ye.

Colemêrg ku bi xwezaya xwe gelekî dewlemend e, bi zozan, çem û kaniyên xwe, bi hewaya xwe ya paqij naskirî ye. Ji ber qada xwe ya çiyayî, kulîlkên xwe yên ji gelek cûreyan û ekosîstema xwe ya dewlemend hingivê li Colemêrgê tê hilberandin gelekî navdar û tehmxweş e.

Mirovên ku vî karî dikin, mêşên xwe yên hingiv biharê li zozanan berdidin û mehên Îlon û Cotmehê jî dest bi komkirina hingiv dikin. Hingivê Colemêrgê bi giranî li zozanên bi bilindahiya 3 hezar heta 3 hezar û 500 metreyî tê hilberandin.

DERMANÊ GELEK NEXWEŞIYAN E

Mehên biharê, tevî mêşvanên Colemêrgê, her wiha mêşvan ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mêşên xwe tînin Colemêrgê. Bi taybetî ji Hatay, Edene û Rihayê berê xwe didin zozanên Colemêrgê.

Ev hingivê ku weke dermanê xwezayî tê pênasekirin, pergala xweparastinê ya bedena mirovan xurt dike û mîkropan jî tune dike. Di serî de nexweşiyên dil û reh û çav, li dijî nexweşiyên kanser, ulser û gelek cûreyên nexweşiyan weke antîoksîda xwezayî ye.

ZIWANTIYÊ BANDOR LI HILBERANDINA HINGIV KIR

Ziwatî û guhertina avhewayê mîna li tevahiya cîhanê bandor li Kurdistanê jî kir. Bi taybetî mehên bihar û havînê ku ziwa derbas bûn, bandoreke giran li çandiniyê, sewalkariyê û mêşvaniyê kir. Li Colemêrg û navçeyên wê bi sedan kes mêşvaniyê dikin û bi vî rengî debara xwe dikin.

Nebûna baranê ku dibe sedema ziwatiyê, bandorê li şênkaniyê dike. Ji ber nebûna şênkahiyeke têrker, hilberîna hingiv jî nîvî nîvî kêm bû. Mêşvanan li gorî salên derbasbûyî hîn kêmtir hingiv bi dest xistin.

BERHEMÊN ÎSAL BI QASÎ NÎVÎ KÊM BÛN

Mehmet Çîftçî ku 20 sal in li Colemêrgê mêşvaniyê dike, anî ziman ku mêşvanî karekî xweş e.

Çîftçî diyar kir ku îsal bi têrkerî baran nebariya, lewma berhemên wan jî bi qasî nîvî kêm bû û xisirîne.

Çîftçî ragihand ku li gel zor û zehmetiyan jî mêşvanî çavkaniya wan a debarê ye û got, "Li Colemêgrê bi sedan kes debara xwe ji vî pîşeyî dikin. Mêşvanî karekî gelekî zehmet e. Her kes nikare bike. Ji bo mêşvaniyê beriya her tiştî divê mirov xwezayê baş nas bike. Her gihayî, her kulîlkê nas bike. Her wiha mêş gelekî hesas in, divê mirov zanibin ku ew çi dixwazin û mirov bi çi rengî nêzî wan bibin. Ne karekî hêsan e."