FEDA: Em ê biryarên faşîzmê qebûl nekin

FEDA'yê têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyek da û got, "Dewleta Tirk di Doza Kobanê de biryara mezinkirina şer da. Em ê biryarên faşîzmê qebûl nekin."

Di daxuyaniya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de hate gotin, "Ev doz li dijî gelê Kurd weke dewama şer û qirkirinê hate destpêkirin û ji bo heman armancê bi encam bû. Cîhan tev zane ku bi doza pûç a bi navê Doza Kobanê daxwaza welatîbûna wekhev, aştî, azadî û siyaseta demokratîk hatiye darizandin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk mîna ku her tim dike di vê dozê de jî hiqûq binpê kir û hate gotin, "Dadgeriya Tirk bi biryarên ku bi navê dewleta Tirk werdigire dixwaze tolê ji Kurdan, Elewiyan, her kesên ji bo demokrasiyê têdikoşin hilîne. Dixwaze çavê mirovên ku ji bo azadî û mafên mirovan têdikoşin bitirsîne.

Dewleta Tirk bi van biryaran nîşan da ku dixwaze şerê li dijî bindestan, baweriyan û beşên bindest ên civakê mezin bike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd, Elewî û hêzên demokrasiyê hemû wê van êrîşên faşîzan û zilma Yezît qebûl nekin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke FEDA'yê em vê zordariyê qebûl nakin" û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya hevalên wan ên girtî têbikoşin.