Eklojîst: Daristanên li Kurdistanê têne şewitandin

Ekolojîst Vahap Işıkli û Abdulvahap Irmak têkilî şewatên li Kurdistanê gotin, ‘’Li Kurdistanê daristan têne şewitandin.’’

Ekolojîst Vahap Işıkli diyar kir bihistyariya li şewata daristanên li Tirkiyê û Kurdistanê ne yek e, sedema şewatên li Tirkiyê têkilî krîza avûhewayê ye, mesele ne şexsî û sabotaj e û ev ji daneyên NASA’yê jî diyar dibe.

Işıkli bi berdewamî diyar kir li Kurdistanê bi dehan sal in daristan dişewitin, mînaka Dersimê da û bi bîr xist piştî 12 rojan mudahele li şewatê hatiye kirin û got, ‘’Li Kurdistanê mijar şewitandin e, ne ku ji ber xwe ve dişewitin. Her wiha nahêlin ku gelê herêmê şewatê bitefînin. ‘’

Işıkli her wiha diyar kir şewatên li Kurdistanê têkilî meseleya Kurdan e lê yên li aliyê Tirkiyê bi tesadûfî ye û got li Kurdistanê ne tenê şewat hene her wiha daristan jî têne birin, sirûşta Kurdistanê tê talankirin, bendav têne çêkirin û armanc ew e ku mirov koç bikin. Işıli got, ‘’Van hemûyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ dikin, ne dihêlin mirov mudahele bikin û ne jî dihêlin ku polîtikayek were danin.’’

Ekolojist Abdulvahap Irmak jî got, ‘’Li Kurdistanê bi hinceta ‘ewlehieyê ne dmudahele li şewatê dikin û ne jî dihêlin xebata sarkirinê were kirin. Nahêlin ku wesayitên îtfaiyê û xebatkarên wan jî biçin. Memûr nikarin li ber xwe bidin. Lê gelê li wir bixwaze tiştinan bike jî ji bo ku wan asteng bikin gelek tiştan dikin. Jixwe divê pêşî gelê xwecih nehêle. Ji ber ku ew herêma xwe xweş nas dikin. Li wir jiyane, ajalên xwe li wir dibin çêrê û krokiya herêmê xweş dikarin derxist. Li Kurdistanê yek ji sedema dî ya sereke ya şewatan qedexekirina koçertiyê ye. Ji ber ku, dema ku koçer li wri bûn ajal dema ku diçêrin giyayên ku dibin sedema şewatê dixwin. Lê li Kurdistanê koçerî hate qedexekirin.’’