Lehiyên Tîrmeyê yên li Ewropayê ji ber guherîna avûhewayê ye

Ekîba zanyaran a WWA'yê diyar kir lehiyên Tîrmehê yên li Belçîka û Elmanyayê ji ber guherîna avûhewayê ye.

Zanyarên Wordl Weather Attrîbûtîon (WWA) li ser lehiyên meha Tîrmehê yên li Belçîka û Elmanyayê lêkolîn kirin û gotin sedema lehiyan guherîna avûhewayê ye

Tê diyarkirin li gel zêdebûna şiliya zêde her wiha ji ber germbûna global jî ev rêje di navbeyna 3 ji 100'î û 19'î de diguhere.

Pisporan barana li Ahr û Erft yên Elmanyayê ku di rojekê de 93 mm baran lê barî û bararana li herêma Meuse ya Belçîkoyê analîz kirin.

Di lêkolînê de her wiha ji ber ku stesyonên pîvanê ku ji ber lehiyê ziyan gihaşte wan, nekarîn li rabûna çeman bikolin.

Di xebatê de ku Fransaya Rojhilat û Belçîka, Elmanyaya Rojava, Swîsreya bakur, Luksemb3urg û Hollanda jî di nav de, xwe spartin şiliyên dîrokî ya li herêmeke berfireh, hate gotin, ''Hemû herêmên Rojavayê Ewropayê, bi avûhewaya berdest, serê çarsed salan dikarin li hêviya rûdaneke wiha tund bin. Di vê rewşê de, ev tê maneya ku di nav vî beşê zemên de gelek rûdanên wiha dibe ku bibin.''