'Li dijî zewicandina di temenê biçûk de, tevlî kampanya KJAR'ê bibin'

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Jiyan Manî bal kişand ser pirsgirêka civakî ya zewicandina di temenê biçûk de û li dijî vê yekê bang li her kesî ku beşdarî kampanya ‘Zewaca temenê biçûk qirkirina jinê ye” bibin.

Gerîla Jiyan Manî di serî de li ser hişmendiya dewletê axivî û got: “Her hêzekî serdest ji bo qirkirina civakê rêbazên xwe yên cuda hene. Îroj jî ger ku em li dagirkeriya Îranê meyze bikin, rêbazên dij mirovî û dûrî exlaqê bikar tîne. Em rojane nûçeyên kuştin, xwe kuştin û tecawizên li ser jin têne çêkirin dibînin. Ji ber ku di esasê de wê siyaseta xwe di şexsê jin de birêve dibin.”

Manî her wiha bal kişande ser zewaca di temenê piçûk de û diyar kir: “Yek ji rêbazên ber bi çav yê tunekirina civakê ku dagirkeriya Îranê bikar tîne zewaca di temen biçûk de ye û bi wê zewacê qirkirina jin û civakê dike armanc. Zarokekî ku hîna çand û exlaqekî saxlem negirtiye, hîna negihîştiye asta mirovekî têgihiştî ku bikaribe li ser lingan bisekine û bikaribe xwe birêve bibe, wê keçê didin zewicandin. Ev qirkirinek e li ser civakê. Lê mixabin di roja îro de em rojane rû bi rûyê van bûyeran tên û mixabin her roj zêde dibe û kêm nabe, her wiha wekî tiştekî fermî lê hatiye kirin. Dagirkeriya Îranê vî tiştî wekî tiştekî fermî dide nîşandan. Lê em karin vê bûyerê wekî fahîşe bi nav bikin, ji ber ku vê insanê qetil dike, bê îrade dike, wê ji mirovbûnê dûr dixe. Ji ber ku di temenê biçûk de tê zewicandin, êdî ew mirov nikare bikeve nava lêgerînan û bi pêşeroa xwe bifikire, dûrî lêgerîn û xeyalan dikeve. Ew jî weke xelekek ji xelekên zincîran berdewamî dide koletiyê û çawa hatiye kolekirin, zarokên xwe jî wisa kole mezin dike.”

Gerîlaya HPJ’ê Jiyan îşaret bi kampanya KJAR’ê jî kir û wiha pêde çû: “Pêwîste li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bi pêşengiya jin xwedî derketinek li kampanyayê çêbibe. Pêwîste êdî em wekî jin ji vê kolebûnê xilas bibin û lêgerînên mezin wekî lêgerîna azadiyê ji bo xwe esas bigrin. Bi taybet jinên ciwan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêwîste tu carî vê kolebûnê ji bo xwe qebûl nekin, vê bê îrade bûyîn û siyaseta ku Îran li ser wan ferzdike qebûl nekin. Bi çi rêbazî dibe bila bibe, Pêwîste li himberî şerê taybet û komkujiyên ku li ser wan tê rêvebirin serî rakin û bi baweriyekê mezin li pêşiya xwe armanc deynin.”

Jiyan Manî banga tevlîbûna nava refên azadiyê li ciwanan kir û got: “Pêwîste her jinek ciwan berê xwe bide nava refên azadiyê. Çima di temenekî ewqas biçûk de werin kolekirin ku heya dawiya jiyana xwe weke ku çarenûsekî cudatir tune be, her kole jiyan bikin. Lê belê tu jinek ciwan û tu ciwanek ev tişt heq nekiriye. Ji bo wê jî ez bang li her kesî dikim û bi taybetî em wek jin rastiya xwe nas bikin û li azadiya xwe bigerin.”

Jiyan di dawiya axaftina xwe de behsa felaketa ji ber zewaca di temenê biçûk de û wiha bang kir: “Bila gelê me û ciwananên me yên pêşeng baş bizanibin ku dijmin bi zanebûn van êrîşan dike û di nava civakê de ciwanan teşwîqî şerê xwe yê taybet dike. Lê belê ger di kîjan malbatê de rêbazekî wisa hebe, wê demê ew malbat qir bûye. Çi jin be çi ciwan be, di kesayeta wî/ê de ew civak bi giştî tê qirkirin. Zewaca di temenê biçûk de ne rê û resmekî wisa ye ku di civakê de were berdewam kirin. Berewajî, ev çand û exlaqê civakê û bi taybetî çanda Kurd ji holê rakirin e. Pêwîste her kes bikeve zanabûna êrîşên şerê taybet û rastiya zewaca di temen biçûk de, her wiha bizane bê ka di pişt wan rêbazan de qirkirin û êrîşên çawa hene. Divê her kes li hemberî zewaca di temenê biçûk de bisekine.”