'Teqînên di emisyonên CO2'yê de, yên beriya 252 milyon sal, jiyan nehiştine''

Li gorî lêkolîneke ku hatî weşandin, teqîneke di emisyonên CO2'yê de, yên beriya 252 milyon sal, jiyan nehiştine û 90 ji 100'î yên zindiyan ji holê rakirine."

Li gorî lêkolîneke kovara PANS'ê ya Akademiya Zanistên Emerîkayê gaza serayê CO2 di tinebûna serdema Permiyen Triyes de, ku yek ji bobelata herî mezin a cihanê ye, bi berpirsyariyeke mezin e.

Ew agahî hate parvekirin ku beriya bi 252 milyon salan, teqîneke wolqanîk a li Kemînên Sibiryayê, di serî de di yên wolqanîk de, di emisyonên CO2'yê de bûye sedema zêdebûneke girîng. Zêdebûna di emisyonên CO2'yê de piştre bûye sedem ku germahî 15 pîleyî zêde bibe û jiyanê li cîhanê nehêle. Di xebatê de her wiha hate gotin asît di okyanosan bigere û vê jî kiriye ku 96 ji 100'î yên zindiyên deryayî û 75 ji 100'î yên zindiyên bejahiyê qira wan were.

Vê rewşê kir ku krîza Permiyen-Triyas weke ''maka hemû qirbûnanan' were wesifandin.

Di nav 500 milyon sal de li cîhanê ji hêla jeolojîk ve pênc tinebûn çênebûn ku van kirine di demeke kurt de gelek celebên zindiyan ji holê rabin.

Helbet ev hemû ne têkildarî zêdebûna gazên serayê yên li atmosferê ne. Serdema qeşayî ya zêdebûyî, kir ku wolqan şiyar bibin û kevirê ezmanî beriya bi 65 milyon salî kir ku dînozor ji holê rabin.

Beriya bi 252 milyon salî tinebûna sêyan û ya herî girseyî rû da. Okyanos bûne herêmên mirî, ji hev cihêbûna nebatên avî û ajalan kir ku ewrên gazî yên jehrî çêbibin ku zindiyan difetisînin.

Di nav 100 hezar salî de piraniya cihêrengiya biyolojîk qira wan hat.

Emisyonên CO2'yê ku dibe sedema germbûna hewayê û biasîtbûna okyanosan mirov dikare bi encamên krîza avûhewayê şîrove bike.

Permiyen-Trîyas ji hêla klîmatologan ve dibe xwedî xaseta guherîna avûheayê. Ji serdema beriya sinayiyê û wir ve zindiyan 400 milyon ton CO2 berdane.