Şewata Besta belav dibe, nayê vemirandin
Şewata ku li Girêbestkê ya Besta didome, rê nayê dayîn ku welatî vemirînin.
Şewata ku li Girêbestkê ya Besta didome, rê nayê dayîn ku welatî vemirînin.
Mudaxeleyî şewata ku berî 3 rojan li Girêbestkê ya herêma Besta ku dikeve navbera Sêrt û Şirnexê destpê kirî, nayê kirin.
Bi hinceta ‘qedexe’ ye rê nayê dayîn ku welatî agir vemirînin, şewat her diçe berbelav dibe.
Li aliyê din hate ragihandin ku şewata duh di saetên şevê de li gundê Beşerî ya aliyê Silopya ku dikeve qontara Çiyayê Cûdî pêketibû jî, bi xwe vemiriye.