Fransa qanûnên têkildarî koçberan dişidîne
Senatoya Fransayê du xalên destpêkê yên pêşnûme qanûna koçberiyê qebûl kir ku ji aliyê rastgiran ve hate pêşkêşkirin û kotaya koçberiyê destnîşan dike û şert û mercên yekbûna malbatî zehmet dike.
Senatoya Fransayê du xalên destpêkê yên pêşnûme qanûna koçberiyê qebûl kir ku ji aliyê rastgiran ve hate pêşkêşkirin û kotaya koçberiyê destnîşan dike û şert û mercên yekbûna malbatî zehmet dike.
Xalên destpêkê li Senatoyê ku bi giranî rastgir lê ne, piştî nîqaşan hatin qebûlkirin. Lê belê Meclîsa Neteweyî ya ku 11'ê Kanûnê wê vê metna hesas lêkolîn bike, dibe ku pêşnûme qanûnê red bike.
Xalên navborî yên hatin qebûlkirin di versiyona destpêkê ya pêşnûmeyê de tune bû. Lê belê rastgir û rastgiriya navîn di metna pêşnûmeyê de guhertin kir û bêhtir şidand. Hikumet jî li ber vê yekê ranebû.
PÊKANÎNA KOTAYÊ
Têkîldarê pêşnûmeya qanûnê nîqaş dewam dikin. Rastgir demeke dirêj e dixwaze ku vê pêşnûmeyê bide qebûlkirin. Xala destpêkê xwedî vî hukmî ye: "Parlamento bi qasî 3 salên di pêşiya me de, wê berjewendiyên neteweyî berçav bigire û wê hejmara biyaniyên ku li Fransayê ji derveyî îltîcayê, ji bo her kategoriyeke îkametê bi cih bibin diyar bike." Li gorî vê madeyê, koçberiya malbatê jî wê nekeve çarçoveya kotayê de.
Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin wiha got: “Mîna hemû welatên din ên cîhanê, mafê Fransayê jî heye ku çi mirovê bixwaze li ser xaka xwe qebûl bike.”
Çepgir li dijî vê madeyê derdikevin.
Li gorî madeya ku ji aliyê senatoyê ve hatî qebûlkirin, encex dema mirov 24 mehan li ser xaka Fransayê ma, hingê dikare serlêdanê bike. Di rewşa heyî de ev wext 18 meh hatiye diyarkirin.
RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL LI DIJÎ DERDIKEVIN
Gelek komele ku Cimade, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Bijîjkên Cîhanê û Terre Solîdaîre jî di nav de ne, roja Duşemê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî pêşnûmeya qanûnê dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev pêşnûme civakê qels dike.
Di pêşnûmeya hikûmetê de hin made hene ku, hem rasgirên tund û hem jî çep nerazîbûn nîşan didin.