NY: Xeze bûye goristana zarokan

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir va hejmara kesên ku li Şerîda Xezeyê mirine bûye 10 hezar û 328’an, NY’yê jî diyar kir ku ‘Xeze bûye goristana zarokan.’

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ya Filistînê roja Sêşemê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve ku şer dest pê kir heta niha 10 hezar û 328 kes ji ber bomberdûmanên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê mirine.

Li gorî wezaretê, piraniya kesên ku di şerê ku di meha duyemîn de ye jiyana xwe ji dest dane, sivîl in ku di nav wan de zêdetirî 4 hezar zarok hene.

NY’Ê: XEZE VEGUHERIYA GORISTANA ZAROKAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê de diyar kir ku "felaketa" ku ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk hatiye, pêwîstiya agirbesteke mirovî her gava ku derbas dibe lezgîntir dike û got ku bi taybetî ji ber Xeza veguheriya ‘Goristana Zarokan’ ew gelek xemgîn bûne.

Li bakurê Xezeyê ku operasyona bejahî jî lê dewam dike, hem xurek hem jî av kêm maye.

Saziya Doktorên Sînornenas diyar kir ku ev yek metirsiyeke mezin e bi taybetî li ser jinên ducanî.

Şerîda Xezeyê bi operasyona artêşa Îsraîlê re niha bûye du parçe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû daxwaza agirbestê careke din red kir.