Elmanya polîtîkaya koçberiyê tundtir dike
Şerokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz û serokên dewletên herêmê li ser biryarên ku kêm penaber bên welatên wan û salek şûnde têkevin meriyetê li hev kirin.
Şerokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz û serokên dewletên herêmê li ser biryarên ku kêm penaber bên welatên wan û salek şûnde têkevin meriyetê li hev kirin.
Par milyonek Ukraynayî hatin Elmanyayê û bi vê re jî gelek penaber ji Rojhilata Navîn û Efrîqayê hatin. Şaredariyên ku penaberan qebûl dikin ketin tengasiyê.
Rastgirên tund jî pirsgirêka penaberan ji bo xwe bi kar tîne û her ku diçe mezin dibe. Dijberiya penaberan herî zêde kêrî Partiya rastgir a tund AfD (Ji bo Elmanya alternarîf) tê.
Di dawiya civîna maratonî ya ku roja Duşemê piştî nîvro dest pê kir û şeva Duşemê bi dawî bû, serokwezîr Olaf Scholz, Serokê Hikûmeta Herêma Saksonyaya Jêrîn a li Bakur Stephan Weil, Serokê Hikûmeta Herêma Hessen a li Rojava Barîs Rheîn li Ofîsa Serokwezîriyê civîneke çapemeniyê pêk anîn û li ser biryaran rawestiyan.
Di nava biryaran de tedbîrên ku dê baldariya penaberan li ser welat kêm bikin û alîkariya darayî ya ji o penaberan jî kêm bikin.
Heta niha, hemwelatiyên biyanî yên ku digihîjin navendek pêşwaziyê ku tê de xwarin û stargeh heye û "ji bo hewcedariyên xwe yên kesane" her meh 182 euro pere distînin.
Muxalefeta muhafezekar jî dixwaze ku serlêdanên penaberiyê li derveyî YE, wek mînak li Efrîkayê, werin lêkolîn kirin. Lê belê Olaf Scholz der barê derfeteke bi vî rengî de gumanên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew dixwazin îhtîmalan lêkolîn bikin.