Li Kamerûnê êrîşî gundekê hate kirin: Nêzî 20 kes mirin
Li rojavayê Kamerûnê komeke serhildêr a li herêma ku bi Îngilizî lê tê axaftin, êrîşî gundekê kir. Hat zanîn ku di êrîşî de jin û zarok jî di nav de ne, nêzî 20 kes mirine.
Li rojavayê Kamerûnê komeke serhildêr a li herêma ku bi Îngilizî lê tê axaftin, êrîşî gundekê kir. Hat zanîn ku di êrîşî de jin û zarok jî di nav de ne, nêzî 20 kes mirine.
Di saetên şevê de li gundê Egbekaw (herêma Başûr-Rojava) li dijî rayedarên ewlehiyê û herêmî êrîş pêk hat.
Li gorî nûçeya AFP’ê, di daxuyaniya rayedarekî payebilind a herêmê de, hat gotin ku di êrîşê de 20 kes mirin ku mêr, jin û zarok jî di nav de ne û 10 kes jî li nexweşxaneyê ne.
Subayekî cendirmeyan a herêmî ku navê xwe eşkere nekir, wiha got: “Serhildêran êrîşî sivîlên li Egbekawê kirine. Li gorî agahiyên destpêkê hejmara miriyan 23 ne û nêzî 15 mal şewitîne.”
Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Kamerûnê (CDHC) rayedarekî payebilind got ku li gorî agahiyên destpêkê 15 kes mirine. Ev rayedarê ku ji AFP’ê re axivî, got: “Lê dibe ku hejmar were guhertin.”