Li Efrîqaya Başûr wezîrek hate şêlandin û çekên parastvanên wê hatin dizîn
Hate ragihandin ku Wezîra Veguhestinê ya Efrîqaya Başûr li nêzî Johannesburgê di wesayîtekê de dîl hatiye girtin û çekên parazvanên wê hatine desteserkirin.
Hate ragihandin ku Wezîra Veguhestinê ya Efrîqaya Başûr li nêzî Johannesburgê di wesayîtekê de dîl hatiye girtin û çekên parazvanên wê hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê polîsan ve hatiye dayîn, wezîr Sindisiwe Chikunga roja duşemê li nêzî Johannesburgê dema di rê de bû hate rawestandin.
Hat ragihandin ku, di dema êrîşa li dijî wesayîtê de ‘eşyayên şexsî ya wezîr û du çek’ hatine dizîn.
Hate diyarkirin ku derbarê dizîna bi zora çekan hatiye kirin de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Tê zanîn ku yek ji welatên cihanê yê herî xeternak Efrîqaya Başûr e. Di çaryeka duyemîn a îsal de zêdetirî 6 hezar û 200 cînayet ji aliyê polîsan ve hatine tomarkirin. Ev tê wê wateyê ku rojane 68 cînayet pêk tên, tê gotin ku her roj zêdetirî 500 bûyerên diziyê pêk tên.