CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo çavdêriya rewşa ewlehiyê serdana Kerkûkê kir
Şandeyek bi pêşengtiya Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Ebasî serdana Kerkûkê kir. Hate ragihandin ku sedema serdanê çavdêrkirina rewşa ewlehiyê ya li herêmê ye. -
Qewilê agirbestê li Sûdanê, hat dirêjkirin
Li Sûdanê aliyên şer, bi agibestê nakin, ji bo alîkariya mirovî bigihîje, qewilê agirbestê hat dirêjkirin. -
Di girtîgehên El Salvadorê de herî kêm 153 kes mirin
Rêxistinên Mafên Mirovan ragihandin ku li El Salvadorê di operasyonên li dijî komên çete de heta niha 153 kes li girtîgehê mirine. -
NY: Ji ber pevçûnên li Sûdanê dibe ku milyonek kes bibin koçber
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê dibe ku zêdeyê milyonekî kes ji cih û warê xwe bibin. -
Bi dilê Hemaney e ku cardin têkilî bi Misirê re bê danîn
Serokê olî yê Îranê Elî Hemaney, di hevdîtina xwe ya bi Heysem îbn Tariq re de diyar kir ku ew dixwaze ku cardin têkilî bi Misire re bê danîn. -
Bexda: Ji ber ku Tirkiye avê sînordar dike, li ser çandiniyê gef çêdibe
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Aûn Ziyab diyar kir Tirkiye herikîna çemê Firatê asteng dike û ev tişt li ser çandiniya Iraqê gefê çêdike. -
Li Haîtî, Sahel û Sûdanê birçîbûn derket asta herî jor
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir li Haîtî, Sahel û Sûdanê asta birçîbûnê derketiye herî jor û krîtîk. -
Sultanê Ummanê li Tehranê hevdîtinan pêk tîne
Sultanê Ummanê Heysem Bin Tariq ku di navbera welatên rojavayî û Îranê de navbeynkariyê dike, serdana Tehranê kir. -
Li Hollandayê di çalakiya avhewayê de zêdeyî 1500 kes hatin destgîrkirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê şeva Şemiyê tevgera jîngehê Extînctîon Rebellîon çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de zêdeyî 1500 kes hatin destgîrkirin. -
Li Bolîvyayê li dijî sûcê zayendî yê rahîban meşek hate lidarxistin
Li gelek bajarên Bolîvyayê li dijî sûcên zayendî yên ku rahîban li dijî zarokan kirine, meş hatin lidarxistin. -
Li Brîtanyayê rekoreke din a koçberiyê hat tomarkirin
Sala 2022’yan 606 hezar kesan koçê Brîtanyayê kir. -
Bazara Elmanyayê kesad e
Elmanya ku li Ewropayê aboriya herî xurt ya wê ye, li ser hev du çaryekan ket û bi şûn de, çaryeka yekemîn a salê ket resesyonê. -
Li Sûdanê tevî agirbestê jî şer dewam dike
Li Sûdanê ji şeva Duşemê û vir ve di navbera aliyan de bi rengekî fermî agirbest hat îlankirin. Tevî agirbestê jî şer li paytext Hartûmê dewam kir. -
Di hilbijartinên Yewnanistanê de hewldana sixtekariyê: 5 kes hatin destgîrkirin
Di hilbijartinên giştî de yên ku îro li Yewnanistanê hatin kirin de polîsan dest danîn ser çenteyekî ku tê de 197 nasname, pasaport û 114 zerfên mohrkirî hebûn. Polîsan 5 kes destgîr kirin. -
Li Bernê ‘Qirkirina Pontûsê’ hate bîranîn
Ciwanên Şoreşger ên Behra Reş li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi boneya 19’ê Gulanê Roja ‘Qirkirina Pontûsê’ bi bîr anîn. -
Yewnanistan li ser sindoqan e
Li Yewnanistanê ji bo hilbijartinên parlamenteriyê, hilbijêr çûn ser sindoqan. Anket nîşan didin ku serokwezîrê rastgir Krîakos Mîçotakîs favorî ye. Partiya Syrîza ya çepgir jî dixwaze car din were ser desthilatdariyê. -
Bager li herêma Rohîngyayê rabû, 145 kesan jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber Bagera Mocha ku li Myanmar û li herêma Rohînya ya Bangladeşê rabûye, jiyana xwe dest daye, bûye 145. Li gor NY’yê bandora bagerê li 800 hezar kesan bûye. -
Li Îtalyayê ji ber rabûna lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest da
Bûn 14 kes ku ji ber lehiya li herêma Emîlîa-Romagnaya ya li bakurê Îtalyayê, jiyana xwe ji dest didin. -
Çeteyên çekdar li Bûrkîna Fasoyê 20 sivîl qetil kirin
Li rojhilata navîn ya Burkîna Faso, komên olî jin û zarok jî di nav de 20 sivîl qetil kirin. -
Esad li Siûdî Erebistanê wê tevlî Civîna Ereba ya destpêkê bibe
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar El Esad beriya Civîna Komkara Ereban, şeva Pêncşemê çû bajarê Cîdde yê Siûdî Erebistanê. -
Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû. Hate ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Îtalyayê cardin lehî rabû
Li herêma navîn a Îtalyayê, cardin lehî rabû, 5 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li cîhanê hejmara mirovên birçî gelekî zêde bûye
Li gorî rapora saziya bi navê Krîzên Xurekê yên Global (GRFC) rêjeya mirovên di asteke metirsîdar de birçî ne, di sala 2022'an de gihîşt 258 milyon kesî. -
Li Bûrkîna Faso 33 sivîl hatin qetilkirin
Li rojavayê Bûrkîna Faso di êrîşên çekdaran de yên tê gotin 'cîhadîst' bûn, herî kêm 33 sivîl hatin qetilkirin. -
NY: Artêşa Maliyê û ‘leşkerên biyan’ herî kêm 500 kes înfaz kirine
Li gora raporeke ku Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî amade kiriye, sala 2022’yan li Maliyê, artêşê û ‘leşkerên biyan’ di operasyonan de herî kêm 500 kes înfaz kirine.