Li Sûdanê tevî agirbestê jî şer dewam dike

Li Sûdanê ji şeva Duşemê û vir ve di navbera aliyan de bi rengekî fermî agirbest hat îlankirin. Tevî agirbestê jî şer li paytext Hartûmê dewam kir.

Ji 15’ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa girêdayî general Abdûl Fettah El Bûrhan de û Hêzên Lezgîn ê Asayîşê (HDK) girêdayî hevkarê wî yê berê general Mûhammed Hamdan Dagl şerê desthilatdariyê diqewime.

Ji ber şer nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî milyonek kes neçar man ku koç bikin.

Şeva Duşemê li gorî saeta herêmî 21.45’an tevî ku agirbest hat îlankirin, piştre li paytextê şer qewimî û êrîşên hewayî hatin kirin.

Di roja 37’emîn a şer de li paytextê ku 5 milyon kes lê dijîn, bi hewaya germ re jî şer dewam dike û her wiha derfetên elektrîk, av û peywendiyan jî nîn in.

Artêşa Sûdanê tevî ku di aliyê hewayî de serwer be, li navenda paytextê gelek kêm leşkerên wê hene. HDK jî li Hartûnê di bejahî de serwer e.

Li Sûdanê ku yek ji welatên herî hejar ê cîhanê ye, di navbera her aliyan de berê jî gelek agirbest hatin îlankirin, lê her carê hatin binpêkirin.