Qewilê agirbestê li Sûdanê, hat dirêjkirin

Li Sûdanê aliyên şer, bi agibestê nakin, ji bo alîkariya mirovî bigihîje, qewilê agirbestê hat dirêjkirin. 

Ji 15’ê Nîsanê ve, artêşa girêdayê general Ebdul Fetah El Birhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku hêzên paramîlîter ên general Mihemed Hemdan in, li ser desthilatê bi hev dikevin.

Ji ber pevçûnan zêdeyê hezar 800 kesan jiyana xwe ji dest daye, zêdeyê milyon û nîv kes bûne koçber. Sûdan, beriya şer jî welatekê pir xizan bû. Ji sê kesan yek birçî bû, ceyran pir diçû û nedihat, pergala tenduristiyê li ber hilweşînê bû. 

Li gor NY’yê ji ber şer ji 45 milyon Sûdaniyan, 25 milyon jê bêyî alîkariya mirovî nikarin bijîn. Ji van 13,6 milyon jê zarok in. Li gor ÛNÎCEF’ê, ger di wextê xwe de alîkarî neyê kirin dibe ku 620 hezar zarok jiyana xwe ji dest bidin.

 Saziyên alîkariya mirovî ji serê şer ta bi niha dixwazin derfeta xwegihandina Hartûm û Darfûrê bê çêkirin. Gelek rezerv hatine talankirin. Bang tên kirin lê ji ber pevçûnan hê tiştekê hindik zexîre û derman hatine şandin. 

Ji bo alîkarî bigihîje, qewilê agirbestê pênc rojên din hat dirêjkirin. Lê Sûdanî jê bi fikar in ku tam şerekê navxweyî çêbibe. Çimkî gelek bang tên kirin ku çekan bidin sivîlan.