Li Îtalyayê ji ber rabûna lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Bûn 14 kes ku ji ber lehiya li herêma Emîlîa-Romagnaya ya li bakurê Îtalyayê, jiyana xwe ji dest didin.

Li gor daxuyaniya ji aliyê rayedaran ve hat dayîn, ji roja 19’ê Gulanê ta bi niha yên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane, bûne 14 kes.

Ji ber ku avê di ser rûbaran re avêtiyê, kesên li herêmê mexdûr bûne, tên derxistin. Piştî şev û rojekê baranê cardin dest pê kir.

Hat diyarkirin ku ji ber karesatê bi milyar Eûroyan zirar çêbûye. Du hefte berê jî li vê herêmê lehiyê rabû.

Serokê herêmê Stefano Bonaccînî, di daxuyaniyekê de ku da kenaleke televizyonê, ji bo lehiyê got: “Ev erdhejeke nû ye.”