Sultanê Ummanê li Tehranê hevdîtinan pêk tîne

Sultanê Ummanê Heysem Bin Tariq ku di navbera welatên rojavayî û Îranê de navbeynkariyê dike, serdana Tehranê kir.

Sultanê Ummanê ku di navbera welatên rojavayî û Îranê de li ser dosyayên sereke bi taybet di mijara nukleerê de navbeynkariyê dike, roja Yekşemê gihişt Tehranê. Serdan wê du rojan bidome.

Li gor daxuyaniya Serokkomariya Îranê Heysem Bin Tariq li Tehranê bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re ji bo xurtkirina "pîşesazî-bazirganî", "kar û barên berevanî û ewlehiyê", "têkiliyên deryayî û aborî-diravî" û Têkiliyên dualî û mijarên din ên ji bo pêşdebirinê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Tehran û Maskat di mijara hevkariya herêmî, xurtkirin û aramiya ewlekarî, aştî û xweşiya neteweyên herêmê de xwedî nêrînên hevpar in."

Ajansa fermî ya nûçeyan a ONA’yê ragihand ku her du rêveberan ji bo teşwîqkirina veberhênanan peyman û protokol îmze kirine.

Salek berê Reîsî jî serdana Maskatê kiribû û di navbera herdu welatan de çend peymanên bazirganî hatibû îmze kirin.

Serdana Sultanê Ummanê di heyameke nû ya peywendiyên herêmî de pêk hat. Du reqîbên sereke yên herêmî, Erebistana Siûdî û Îran, di meha Adarê de biryar dabûn ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ku ji sala 2016’an ve qut bûbûn vegerînin.

Umman berovajî piraniya welatên cîran, demeke dirêj bi Îranê re xwedî têkiliyên baş bû û bi rêk û pêk di navbera Tehran û welatên Rojhilata Navîn û rojavayî de rola navbeynkariyê dilîze. Her wiha Umman danûstandinên di navbera Îran û Emerîkayê de hêsan kir.

Heysem bin Tariq beriya Îranê serdana Misirê kiribû û bi Serokwezîr Ebdul Fetah El Sîsî re hevdîtin kiribû. Tehran jî dixwaze bi Qahîreyê re têkiliyên xwe ji nû ve saz bike.