Li Hollandayê di çalakiya avhewayê de zêdeyî 1500 kes hatin destgîrkirin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê şeva Şemiyê tevgera jîngehê Extînctîon Rebellîon çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de zêdeyî 1500 kes hatin destgîrkirin.

Tevgera Jîngehê Extînctîon Rebellîon ji bo protestokirina suvansiyonên sotemeniyên fosîl, li Den Haagê rê bloke kir.

Polîs ji bo çalakvanan belav bikin, TOMA bi kar anîn. Polîsan di daxuyaniya ku dayî de, wiha got: “Bi giştî 1579 kes hatin destgîrkirin. Derbarê 40 kesan lêpirsîn hat destpêkirin.”

Rêya ku hatî blokekirin nêzî parlamentoyê û wezaretên bingehîn in.

Li gorî ajansa nûçeyan a Hollandayê ANP’ê ev çalakiya heftemîn a Extînctîon Rebellîonê ye. Lê berê ev qas mirov nehatibûn destgîrkirin. Li gorî heman çavkaniyê, 11’ê Adarê di çalakiyek heman de nêzî 700 aktîvîst hatibûn destgîrkirin.

Tevgera jîngehê diyar kir ku nêzî 7000 kes beşdarî çalakiyê bûne.

Gelek kesên navdarên Hollandayî jî tevlî çalakiyên Extînctîon Rebellîonê bûn.

Roja Şemiyê bi taybetî aktora 46 salî Carîce Van Hoûten ku ji rêzefilma “Game of Thrones” bi rolê “Melîsandre” tê nasîn, di nava aktîvîstan de cihê xwe girt.

Li gorî ANP’ê aktor hat destgîrkirin, lê di saetên êvarê de hat berdan.

Ji berdevkiya Extînctîon Rebellîon Aaron Pereîra wiha got: “Her meh yan jî her du mehan carekî em tên û her carê hejmara du qat dibe.” Pereîra destnîşan kir ku çalakiya wan a bloke kirina rê, ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ve hatiye qebûlkirin û rewa tê dîtin.