Li Brîtanyayê rekoreke din a koçberiyê hat tomarkirin

Sala 2022’yan 606 hezar kesan koçê Brîtanyayê kir.

Tevî sozên hikûmetê yên kontrolkirina sînoran, sala 2022’yan rekoreke koçberiyê ya nû li Îngilistanê hat tomarkirin. Sala 2022’yan nêzîkê 606 hezar koçber derbasê Îngilistanê bûn. 

Serokwezîr Rîshî Sûnak ku roja Pêncşemê piştî weşandina daneyên koçberiyê bi kenala televizyonê ya ITV’ê re axivî, got: “Hejmara koçberan gelek û dixwazim vê hejmarê kêm bikim.”

Li gor Saziya Daneyan, sedemên zêdebûna koçberan li Îngilistanê, şerê li Ûkraynayê û bûyerên li Hong Kongê qewimîne, ji welatên Ewropayê hatina Îngilistanê ji bo kar, perwerdehî û sedemên din ên mirovî ne.