NY: Artêşa Maliyê û ‘leşkerên biyan’ herî kêm 500 kes înfaz kirine
Li gora raporeke ku Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî amade kiriye, sala 2022’yan li Maliyê, artêşê û ‘leşkerên biyan’ di operasyonan de herî kêm 500 kes înfaz kirine.
Li gora raporeke ku Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî amade kiriye, sala 2022’yan li Maliyê, artêşê û ‘leşkerên biyan’ di operasyonan de herî kêm 500 kes înfaz kirine.
Li gor rapora Serkomîseriyê, nêzîkê 20 jin û 7 zarok jî di nav de piştî ku herêm ketiye bin destên artêşa Maliyê û leşkerên biyan, herî kêm 500 kes hatine înfazkirin.
Ev rapor, li gor encamên lêpirsîneke beşê mafên mirovan ê mîsyona parastina aştiyê ya NY’ê hatiye amadekirin
Di raporê de, hêzên wek ‘’biyan’’ tên diyarkirin, nayên pênasekirin. Lê tê pêşbînîkirin ku armanca bi ‘biyan’an Wagner e ku şirketeke ewlehiyê ya taybet a Rûs e.