Li Bernê ‘Qirkirina Pontûsê’ hate bîranîn

Ciwanên Şoreşger ên Behra Reş li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi boneya 19’ê Gulanê Roja ‘Qirkirina Pontûsê’ bi bîr anîn.

Ciwanên Şoreşger ên Behra Reş li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi boneya 19’ê Gulanê Roja ‘Qirkirina Pontûsê’ bi bîr anîn. Di çalakiya bîranînê de li ser navê Ciwanên Şoreşger ên Behra Reş bi zimanên Rumî, Tirkî û Elmanî axaftin hatin kirin.

Erhan Çalparmak di bîranînê de axivî û got, “Berî 104 salan 353 hezar kes ji ber ku dixwestin li welatê xwe ango Behra Reş bijîn, ji aliyê Komara Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin. Bi sed hezaran kes hatin sirgûnkirin û yên mayî jî hatin asîmîlekirin.”

Anton Aldemîr anî ziman ku, ew piştî 104 salan jî xwedî li nasnameya Pontûsê derdikevin û got, “Em bang dikin ku mafên kesên ku ji Pontûsê hatine sirgûnkirin bên vegerandin. Weke ciwanên Behra Reş heta em mafên xwe bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Çalakiya bîranînê bi konsera muzîkê ya bi awazên Rumî bi dawî bû.

Di Şerê Cîhanê yê Yekem de hikûmeta wê demê li dijî gelê Pontûsê polîtîkaya paqijkirina etnîkî meşand. Li gorî çavkaniyên cuda di navbera 200 hezar û 450 hezar kes hatine qetilkirin.