Li Bolîvyayê li dijî sûcê zayendî yê rahîban meşek hate lidarxistin

Li gelek bajarên Bolîvyayê li dijî sûcên zayendî yên ku rahîban li dijî zarokan kirine, meş hatin lidarxistin.

Li bajarên La Paz, Cochabamba û Santa Crûzê yên ku nifûsa wê gelekî zêde ne ji bo protestokirina sûcên zayendî yên ku rahîbên Katolîk li dijî zarokan kirine, hate protestokirin.

Meş êvarî hatin kirin û sloganên ‘Edalet û edalet’ hatin berzkirin.

Rojnameya El Paîs a Îspanyol par di meha Nîsanê de lêkolînek kiribû û diyar kiribû rahîp Alfonso Pedrajas ji serê salên 1970’î û şûnde li Bolîvyayê herî kêm 80 zarok îstîsmar kiriye.

Rojnameyê xwe gihandibû rojnivîska rahîbê ku di sala 2009’an de 66 salî jiyana xwe ji dest dabû. Rahîp di rojnivîska xwe de diyar dike ku ‘wî xerabî li gelek kesan kiriye’ û kesên ser wî jî ew parastine.

Piştî van îfşayan li Bolîvyayê giliyê hinek rahîban hate kirin. Çar rahîbên ku derbarê wan giliyê sûc hatiye kirin jî jiyana xwe ji dest dane.