Di hilbijartinên Yewnanistanê de hewldana sixtekariyê: 5 kes hatin destgîrkirin
Di hilbijartinên giştî de yên ku îro li Yewnanistanê hatin kirin de polîsan dest danîn ser çenteyekî ku tê de 197 nasname, pasaport û 114 zerfên mohrkirî hebûn. Polîsan 5 kes destgîr kirin.

Li Yewnanistanê vê sibehê ji bo hilbijartinê gel çû ser sindoqan.
Anket nîşan didin ku hilbijartin wê di navbera partiya Demokrasiya Nû ya Kyriakos Mitsotakis û di navbera Syrîzayê çepgir de pêk were.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Atînayê, êvara 20’ê Gulanê polîsan hewldaneke mezin a sextekariya hilbijartinê eşkere kirine.
Di operasyonê de 5 kes hatin destgîrkirin, çenteyekî ku tê de 197 nasname, pasaport û 114 zerfên mohrkirî hebûn, hatin bidestxistin. Hat ragihandin ku di hemû zerfan de pusûleyên dengan ên heman namzetî hene. Her wiha hat ragihandin ku polîsan dest danîne ser zêdeyî 6 hezar euro jî.