Li Haîtî, Sahel û Sûdanê birçîbûn derket asta herî jor

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir li Haîtî, Sahel û Sûdanê asta birçîbûnê derketiye herî jor û krîtîk.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) bi raporeke hevpar diyar kirin ku li Haîtî, Sahel (Bûrkîna Faso û Malî) û Sûdanê birçîbûn derketiye asta jerî jor û ew ji ber vê astê bi fikar in.

Di raporê de hate diyarkirin ji ber astengkirinan li Haîtî, Bûrkîna Faso û Maliyê û ji ber şerê dawî ê li Sûdanê ev rewş pêk hatiye.

Hate diyarkirin ji ber şerê di meha Nîsanê de yê di navbera artêş û şirîkê berê yê paramîlîter de ev rewş pêk hatiye.

Li Efganistan, Nîjerya, Somalî, Sûdana Başûr û Yemenê jî birçîbûn gelekî zêde bû û ev herêm jî li vê lîsteyê zêde bû.

Di raporê de hate diyarkirin di navbera Gulan û Tîrmehê de ji ber fenomena avhewayê ya El Nînnoyê wê fikarên li ser van herêman jî zêdetir bibe.