Bager li herêma Rohîngyayê rabû, 145 kesan jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber Bagera Mocha ku li Myanmar û li herêma Rohînya ya Bangladeşê rabûye, jiyana xwe dest daye, bûye 145. Li gor NY’yê bandora bagerê li 800 hezar kesan bûye.

Roja Yekşemê li Myanmar û Bangladeşê pir şilî bariya û bager rabû. Ji ber bagerê avahî xera bûn, lehî rabû.

Bagera herî bi şid a deh salên dawîn li Rohîngyayê rabû, dar ji kokê rabûn, xanî xera bûn, li piraniya eyaleta Arakanê ku bi sedhezaran penaberên Rohîngyayî, li kampan dimînin, derfeta danîna pêwendiyê hema bibêje nemaye.

Cûntaya leşkerî ku li Myanmarê rêveberî di dest de ye, da zanîn ku 145 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniyê 4 leşker, 24 şênî û 117 ‘’Bengalî’’yan jiyana xwe ji dest daye. Li Myanmarê ‘’Bengalî’’ ji bo misilmanan wek têgeheke ji bo dîtina kêmê xwe tê gotin.

Li gor Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, bi dehan sal in nêzîkê 600 hezar Rohîngyayî ji tenduristî û perwerdehiyê bêpar, di bin destên ‘’rejîma apartheîd’’ de dijîn. Miemeleya biyaniyan li wan tê kirin û nahêlin ji gundê xwe jî derbikevin.

Rayedarekê Arakanî ku daxuyanî da AFP’ê, ragihand ku li Sitweyê ku paytexta herêmê ye, herî kêm 105 Rohîngyayiyan ji ber bagerê jiyana xwe ji dest daye û jimartin berdewam e.

Neteweyên Yekbûyî ku eşkere kir, bandora bagerê li 800 hezar kesan bûye, bang ji bo alîkariya destpêkê kir.