Yewnanistan li ser sindoqan e

Li Yewnanistanê ji bo hilbijartinên parlamenteriyê, hilbijêr çûn ser sindoqan. Anket nîşan didin ku serokwezîrê rastgir Krîakos Mîçotakîs favorî ye. Partiya Syrîza ya çepgir jî dixwaze car din were ser desthilatdariyê.

Navendên dengdayînê, li gorî saeta herêmî di saet 07.00’an de hatin vekirin. hetanî saet 19.00’an hilbijêr wê dengên xwe bidin.

Partiya çepgir Syrîza ku ji 2015’an hetanî 2019’an li ser hikûmetê bû, armanca wê ev e ku di van hilbijartinan de car din were ser desthilatdariyê.

Serokwezîrê 55 salî Kyrîakos Mîçotaîks di mîtînga xwe ya dawî de ji bo “Yewnanistanan Nû” car din wezîfe xwest.

Alkeksîs Tsîpras jî diyar kir ku wê dawî li vê kabûsê bîne.

Li gorî anketên di mehên dawî de hatine kirin, partiya Demokrasiya Nû ya Mîçotakîs favorî ye.

Li gorî anketan partiya muhafazakar wê sedî 32,7’ê dengan bistîne, Syrîza jî sedî 26 bistîne. Di rêza sêyemîn de jî bi rêjeya ji sedî 8,3 partiya sosyalîst Pasok-Kînal tê.

Li gorî gelek çavdêrên siyasî eger piştî hilbijartinan hikûmetek nû neyê avakirin, wê di serê meha Hezîran yan Tîrmehê de ji nû ve hilbijartin werin kirin.